Tom Barrack: Em Sûriyeyê wek laboratuwarê bikar tînin
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê (DYA) yê Sûriyeyê Tom Barrack, li Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê daxuyaniyek da. Barrack diyar kir ku Sûriye niha ji bo Washington, Moskova û Pekînê veguheriye qadeke ceribandinê ku tê payîn ji bo rêveberiyeke nû ya Rojhilata Navîn bibe modelek.

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê (DYA) yê Sûriyeyê Tom Barrack beşdarî Foruma Dîplomasiyê ya li Antalyayê bû. Tom Barrack li forumê daxuyanî da û piştrast kir ku muzakereyên di navbera Sûriye û Îsraîlê de berdewam dikin. Tevî ku Serokomarê Sûriyeyê Ahmed Şara gotibû “Îsraîl li ser mayîna leşkerî israr dike”, Barrack destnîşan kir ku tevî hemû zehmetiyan pêşketin heye. Barrack bal kişand ser şêwaza Trump û got: “Wekî hûn dizanin, patronê min li cihê ku pêwîst bibîne bandora xwe bikar tîne. Ev jî beşek ji polîtîkayên ‘aştiyê ya bi rêya hêz û refahê’ ye.”
Modela nû ya dîplomasiyê: Bila her herêm pirsgirêka xwe çareser bike
Barrack bal kişand ser guhertina pergala ewlehiyê ya cîhanê ya piştî sala 1945an û diyar kir ku êdî welat divê bixwe berpirsiyariya ewlehiya xwe bigirin ser milên xwe. Barrack weha got: “Bila her herêm pirsgirêkên xwe çareser bike, em ê tenê gava pêwîst be mudaxele bikin. Pêşî Amerîka, lê ev nayê wê wateyê ku cîhan zirarê bibîne; ev tê wê wateyê ku divê her kes bi heman çavî li welatê xwe binêre.”
Sûriye wekî ‘Laboratuwara Jeopolîtîk’ e
Nûnerê Amerîkayê destnîşan kir ku li Sûriyeyê nêzîkatiyeke pir-alî tê meşandin ku ji modelên berê yên avakirinê cuda ye. Li gorî Barrack, hêzên navneteweyî hewl didin bêyî ku îdeolojiyekê ferz bikin, saziyên dewletê yên mayînde ava bikin. Barrack got ku fersenda herî mezin a sed salên dawî niha li Sûriyeyê di navbera civakên cuda (wekî Dûrzî) û welatên cîran de ji bo “lihevkirinê” derketiye holê.
Hêviyên li ser ‘Rêya Urdunê’
Barrack her wiha pesnê rola Urdunê da û diyar kir ku Urdun ji bo çareserkirina pirsgirêkên herêmî “nexşerêyeke” çêker pêşkêş dike. Barrack bi pîvan be jî diyar kir ku niha li kolanên Sûriyeyê mirov êdî ne tenê “hêvî” lê belê tiştên din yên erênî hîs dikin.


