Tulay Hatîmogullari: Divê şert û mercên xebata azad a birêz Ocalan pek werin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari li Newroza Stenbolê axivî û Newroza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got: “Divê şert û mercên xebata azad a birêz Ocalan pek werin. Em Newroza birêz Ocalan jî pîroz dikin û daxwaza azadiya birêz Ocalan careke din tînin ziman.”

Newroza Stenbolê bi dirûşmeya ‘Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk’ li Qada Yenîkapiyê bi coşeke mezin didome. Newroz bi axaftinên siyasetmedaran berdewam kir. Aktivîsta TJAyê Sebahat Tuncel derket ser dikê axivî û anî ziman ku Newroz li dijî zilma Dehak bi serhildana Kawayan û heta berxwedana Mazlûm Doganan bi sê darikên niftikê heta roja îro hatiye.’’
Piştî Sabahat Tuncel, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari axivî. Tulay Hatîmogullari Newroza gel pîroz kir û wiha axivî: “Her bijî Stenbol. Ez Sirri Süreyya Onder ku me di têkoşîna aştiyê de windakir û Salîh Muslîm ku çend roj berê winda kir bi rêzdarî bibîrtînim. Em ji bo merasîma cenazeyê SalÎh MuslÎm çûn Kobanê ye. Me li Kobanê ye ji we re silavên germ anîn. Ew Newroz li çar aliyên welat ne tenê ji desthilatê re ji hemû cîhanê re peyama aştî û azadiyê dide. Em jî li dijî Dehakên hemdem di têkoşîna Kawayê hemdem de bi hev re ne. Em li vê erdnîgariyê komara Demokratîk bi hev re ava bikin. Gava yekem demokratîkbûyîn e.”


