Tûncer Bakirhan: Ehmed Huseynî pênûsa xwe xist xizmeta gelê xwe
Şîna ji bo Helbestvan Ehmed Huseynî li Komeleya Wêjekarên Kurd hatiye danîn di roja duyemîn de berdewam dike. Hevserokê DEM Partiyê yê Giştî Tûncer Bakirhan serdana şînê kir û diyar kir ku Ehmed Huseynî canê xwe, hunera xwe û pênûsa xwe xist xizmeta gelê xwe.

PENa Kurd, Komaleya Wêjekarên Kurd, YEW Kurd, MED-DER, Enstituya Kurdî ya Amedê, Ma Music, Wêjegeh ji ber wefata helbestvan Ehmed Huseynî li avahiyê Komaleya Wêjekarên Kurd duh şîn danî. Şînê îro jî berdewam kir. Hevserokê DEM Partiyê yê Giştî Tuncer Bakirhan, Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar, Cengîz Dundar, Dayîkên Aştiyê, endam û rêveberên partiyên siyasî, saziyên sivîl ên civakî û gelek welatiyan serdana şînê kirin.
Di merasîmê de wêneyên helbestvan Ehmed Huseynî û pirtûkên wî yên bi navê ‘Berhemên Giştî 1-2' ji Weşanxaneya Aramê hatine çap kirin danîn ser maseyê. Helbestên Ehmed Huseynî hatin guhdar kirin. Gelek kesan di şînê de li lênûska ku ji bo bîranîna Ehmed Huseynî hatibû danîn hestên xwe nivîsandin û nivîskaran helbestên Ehmed Huseynî xwendin.
Her wiha Hevserokên PENa Kurd Rojbîn Perîşan û Mîran Abraham, Serokê Komaleya Şêx Sêid Kasim Firat, TEV-ÇAND Ewropa, Enstituya Kurdî ya Stocholmê, Komîteya Nivîskarên PENa KURD a Beneluksê ji bo sersaxiyê peyam şandin. Peyamên ku hatin şandin ji aliyê rêvebera PENa KURD Sûltan Yarayê ve hatin xwendin.
‘Em ê xwedî hevalên xwe yên kedkar derbikevin’
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan ku di şînê de axivî, anî ziman ku Ehmed Huseynî jî yek ji wan bû ku serê xwe, canê xwe, hunera xwe û pênûsa xwe xist xizmeta gelê xwe de. Di sirgunê de jiyana xwe ji dest da. Tûncer Bakirhan bi lêv kir ku Ehmed Huseynî helbestvanekî kurd ku gelê kurd ew nas dikir bû û wiha got: “Serê we sax be, serê gelê Kurd sax be. Tenê çeka wan heye; ew jî nivîs, pênûs û helbesta wan e. Hevalê me Xwedê rehma xwe lê bike, cihê wî bihişt be. Serê malbata wî sax be. Em di rojeke pir bi êş û jan re derbas dibin. Qedera kurdan bi rastî nahêle mirov tiştekî din bibêje. Lê em ê xwedî li hevalên xwe, xwedî li keda wan derkevin. Em ê nehêlin keda wan vala biçe. Ez bi malbata wî re jî axivîm, min sersaxî da wan. Silavên gelê me yê Amedê jî min ji wan re ragihand.”
Şîna Ehmed Huseynî dê îro saet di 17:00an de bi dawî bibe.


