Tundiya li jinan pandemiya esasî ye

Hişmendiya serdest bi hezaran salan in, bi çewisandin û tepisandinê xwe li ser jinan rewa kiriye û navê jinan ji dîrok, aborî, siyaset, civak û hwd.

1 deqe xwendin
Tundiya li jinan pandemiya esasî ye

Hişmendiya serdest bi hezaran salan in, bi çewisandin û tepisandinê xwe li ser jinan rewa kiriye û navê jinan ji dîrok, aborî, siyaset, civak û hwd. biriye; jin tenê wek ‘kebaniya malê, dayik, xwişk, dergistî, fahîşe…’ pênase kiriye. Bi vî awayî jî tenê ne tundiya fizîkî tundiya psikolojik jî lê ferz kiriye. Rojnameger û siyasetmedar Meral Çîçek bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinan, ji rojnameya me re axivî û behsa tundiya dîrokî ya li jinan û têkoşîna jinan kir.

Tu dikarî qala girîngiya roja 25'ê Mijdara 1960’an û têkoşîna Xwişkên Mîrabelê bikî?

Ev yek pir girîng e ji bo mirov bizane û ji bîr neke ku Xwişkên Mîrabel 60 sal berê di têkoşîna li hemberî rejîma dîktatorekî de hatin kuştin. Lazim e her tim pêwendiya di navbera 25’ê Mijdarê û faşîzmê de bê dîtin; 60 sal berê jî wisa bû û roja me ya îro jî wisa ye. Tê zanîn ku faşîzm rejîmeke li dijî jinan e. Di pratîk û hişmendiya xwe de jî dijminatiya li hember jinan ava dike û em dikarin bêjin ku sîstemeke li dij hemû nirxên jinan e. Li dijî azadî, demokrasî, pirrengînî, aştî, aramî, jiyaneke demokratîk û azad e. Bi kurtasî em dikarin bêjin li dijî jinan faşîzma herî xurt pêk tê. Ji bo vê yekê jî pêwendiya di navbera dîroka 25’ê Mijdara 1960 û ya 2020’an de jî girîng e û hewce ye em vê têkoşîna jinan a li dijî faşîzmê ku ji wê rojê heta roja me ya îro tê bi bîr bînin.

Di sala 1999’an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve ji bo balkişandina tundiya li jinan 25’ê Mijdarê wek Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinan a Navneteweyî hat ragihandin. Li Ewropa û gelemperiya cîhanê gelo pêşiya tundiya li jinan çi qas hatiye girtin?

Pêwîst e em li tundiya li jinan her tim bi aliyên wê yên siyasî, civakî, aborî heta çandî jî binêrin. Ji ber vê jî li gor mercan tundiya li jinan carinan zêde dibe carinan jî kêm dibe. Em di vê mijarê de nikarin qala pêşketineke rasterast bikin. Wekî rêyeke zîqzaqî ye li gorî rastiya civakî û siyasî dimeşe. Wek Ewropa û rojavayê cîhanê helbet rojên wekî 25’ê Mijdarê encama têkoşîneke hevbeş a jinên cîhanê ye. Hewldanek heye hem di  nav Neteweyên Yekbûyî de hem jî bi giştî. Ji bo vê yekê jî lazim e em van rojan wek têkoşîna hevbeş a jinên cîhanê bigirin dest. Niha ev têkoşîna ji aliyên NY’ê ve hatî ragihandin çi qas têrker e, helbet di vê mijarê de ne tenê li Ewropa li seranserê cîhanê pirsgirêk heye. Niha lazim e di navbera xebatên têkoşîna hiqûqî û zihnî de hevsengiyek hebe. Bêyî ku zihniyeta civakê were guhertin, tenê bi rêya qanûnan mirov nikare pirsgirêkan çareser bike. Ji bo vê jî dema em li rewşa Ewropayê yan jî rojavayê cîhanê binêrin, helbet di vir de destkeftiyên tevgerên jinan hene lê heke em wek encam lê binêrin jî qirkirina jinan, tundiya li jinan li welatên rojava jî berdewam e û qet jî ne kêm e! Ji kuştina jinan bigirin heta tundiya fizîkî, tacîz û tecawizê, dîsa dema em wek tundiya daîmî lê binêrin dê xuya bibe ku hê jî pirsgirêkeke pir mezin e. Bi taybetî di dema koronayê de xuya bû ku ev zihniyeta zilam

Nûçeyên Eleqedar