Umut Yilmaz : Niha dora dewletê ye

Li Gimgimê Newroz bi şîara ‘Azadî û Yekitiya Demokratîk’ hat pîrozkirin. Hevserokê DBPê yê Mûşê Umut Yilmaz di pîrozbahiyê de bang li desthilatê kir û got: “Birêz Ocalan bi rola xwe ya dîrokî rabû, niha dora dewletê ye.”

1 deqe xwendin
Umut Yilmaz : Niha dora dewletê ye

Li navçeya Gimgimê ya Mûşê, li Meydana Koxê bi şiara ‘Azadî û Yekîtiya Demokratîk’ agirê Newrozê hat pêxistin. Pîrozbahî bi beşdariya bi sedan kesan û bi gerandina govendê dest pê kir. Di qada pîrozbahiyê de li dijî projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) a ku tê xwestin li gundê Xwarikê bê çêkirin, pankarta bi nivîsa ‘Ev erd mîrasa bav û kalan e, emanetê nifşên pêşerojê ye. Em JESê naxwazin’ hat daliqandin. Girseya ku bi kincên neteweyî û bi rengên kesk, sor û zer qad tije kirin, piştî deqeyek rêzgirtinê li axaftinan guhdarî kir û li ber stranan govend gerand.

‘Newroza îsal Newroza Azadiyê ye’

Hevşaredara Gimgimê Gulbahar Kaya axaftineke kurt kir û Newroza gelê kurd pîroz kir.

Hevşaredarê Gimgimê Giyasettîn Aydemir jî bal kişand ser girîngiya Newroza îsal û diyar kir ku Newroz sembola aştî û berxwedanê ye. Giyasettîn Aydemir got: “Agirê Newrozê jiyana azad honand. Bi sedsalan e kurd agirê berxwedanê mezin dikin. Ez bawer dikim ku Abdullah Ocalan ê ku pêvajoya aştiyê da destpêkirin, wê azad bibe.”

‘Birêz Ocalan bi rola xwe ya dîrokî rabû

Hevserokê DBPê yê Mûşê Umut Yılmaz jî destnîşan kir ku Gimgim xwedî ruhekî berxwedêr e û li dijî talana ekolojîk a li navçeyê bertek nîşan da. Umut Yilmaz wiha axivî: 

“Em rê nadin ku dest bidin av û xwezaya Vartoyê. Varto xwedî vîn e û di her hilbijartinê de bi rêjeya ji sedî 90 dengê xwe dide partiya xwe. Em ji vir bang li desthilatê dikin; birêz Ocalan bi rola xwe ya dîrokî rabû, niha dora dewletê ye. Ji her malê kesek di zindanê de an jî li sirgûnê ye. Gimgim dixwaze gavên hiqûqî û destûrî werin avêtin.”

Banga ji bo azadiya Ocalan 

Hevseroka DEM Partiyê ya Mûşê Çîçek Tûtûş jî diyar kir ku ew Newrozê diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin û got: “Em ji kela berxwedanê bang dikin; em azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan û ji bo kurdan statuyê daxwaz dikin.”

Piştî axaftinan, agirê Newrozê hat pêxistin. Ciwanan bi coşeke mezin xwe bi ser agir re avêtin û pîrozbahî bi gerandina govendê ya li dora agir berdewam kir.