Vasfî Hoştaş û Îlhan Keklîk hatin berdan
Vasfî Hoştaş ku berdana wî bi biryarên Lijneya Îdarî û Çavdêriyê du caran hatibû astengkirin, piştî 32 salan ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa H ya Eskîşehîrê hat berdan. Îlhan Keklîk jî ji Girtîgeha Vekirî ya Eskîşehîrê hat berdan.

Vasfî Hoştaş ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa H ya Eskîşehîrê dihat girtin û berdana wî du caran hatibû astengkirin piştî 32 salan hat berdan. Vasfî Hoştaş li ber girtîgehê ji aliyê endamên Komeleya TUHAY-DER û rêveberên DEM Partiyê ên Eskîşehîrê ve hat pêşwazîkirin.
Vasfî Hoştaş di sala 1995an de li Edeneyê hat binçavkirin û girtin. Hoştaş li girtîgehên Konya, Ceyhan, Edene, Sêrt, Silifke û Nevşehîrê ma. Vasfî Hoştaş ku berdana wî berê du caran ji hêla Lijneya Îdarî û Çavdêriyê ve hat astengkirin, dîsa hat paşxistin. Piştî ku îtîraza wî ya li dijî biryara lijneyê hatepejirandin îro ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa H ya Eskîşehîrê hat berdan.
Îlhan Keklîk ku di sala 1996an de li Stenbolê hat binçavkirin û girtin, îro ji Girtîgeha Vekirî ya Eskîşehîrê jî hat berdan.
Îlhan Keklîk li girtîgehên Şemsûr, Elbistan, Mereş, Edene, Meletî, Wan, Erzirom, Osmaniye û Eskîşehîrê ma, pênc roj berê di bin çavdêriya dadgehê de hate berdan. Îro bi şertê venihêrtina edlî hat berdan. Îlhan Keklîk li ber girtîgehê ji aliyê malbat, hevalên xwe, rêveberên DEM Partî û TUHAY-DERê ve hat pêşwazîkirin.


