Vegera warê xwe…
Efrîn îman e. Efrîn hebûn û heqîqet e. Efrîn zeytûnên tehmxweş e. Efrîn serketina mezin e. Efrîn Newroz e. Efrîn ar û agir e. Efrîn bi xelkê xwe Efrîn e. Bêyî xelkê xwe sêwî û êtîm bû, stûxwar bû.

Hozan û dengbêjê mezin ê Anatolyayê Homeros di berhema xwe Odysseusê de behsa bûyerên piştî şerê Troyê dike. Ev şer di dîrokê de şerê yekemîn ê navbera hêzên rojavayî û rojhilatiyan de ye. Îro jî bi awayekî ji awayan ev şer dewam dike. Hasilî heke em li şerê Troyê vegerin li wê derê lehengekî trajîk lê bi israr heye. Her çiqas di şer de yek ji fermandarên hêzên rojvayiyan be jî, weke ku ev şer ne şerê wî ye.
Homeros di berhema xwe ya Ilyadayê de ku tê de behsa şer dike, çend caran nîşanî me dide ku Odyssesus vî şerî naxwaze. Lê di şer de jî yek ji fermandarên hêzên rojavayiyan e û di biserketina wan de taktîksiyenekî mezin e. Fikra Hespê Troy aydî wî ye. Çîrok dirêj e lê em ê berê xwe bidin vegerê. Vegera Odysseus ji bo Îthayakê. Ji gelek kes û koman re ev veger navê biryardarî û biserketinê ye.
Odysseus bi salan li ser deryayê tevî bi dehan bobelatan jî xwe ji rêya vegerê nade alî û li Îthakaya xwe vedigere. Bi ser dikeve li welatê xwe li cih û warê xwe, li herî û heqîqeta xwe li jin û zarokên xwe li dar û daristanên xwe li sewal û ajalên xwe li pincara welatê xwe vedigere. Odysseus li Îthakayê li xwe vedigere. Rê çiqas çetin û zor be jî veger hebûnê temam dike.
Niha di vî zemanê ku bi hezaran sal piştî vegera Odysseus li Îthakayê; efrînî jî li warê xwe li zeytûnên xwe vedigerin. Ew jî li Îthakaya xwe vedigerin, li rastî û heqîqeta xwe, li heriya xwe, li kuç û kevirên xwe vedigerin. Wêranî û karesatên bi serê efrîniyan de hatin ne kêmî şerê Troyê bûn. Zêdetirî 300 hezar efrînî hêlîna xwe li şûna xwe hiştin û çûn. Çûn Til Rifet û Şehbayê, çûn Şêxmexqûd û Eşrefiya Helebê, çûn Reqa û Tebqayê lê di dilê xwe de Efrîna delal jî birin. Pêşî dagirkerên tirk piştre selefiyên bermayiyên DAIŞê ew ji van deran kirin. Çûn li Cezîrê û li Kobana berxwedanê strîn lê her roj û şeveq berê wan li Efrîna delal bû.
Vaye dem hat êş û azar bêyî werin jibîrkirin qefle bi qefle vedigerin Efrînê. Pir bedêl dan, pir êşiyan. Lê israr û biryardariya wan bû hêz û quwet ji şervanên wan re, ji keç û lawên wan re. Ew bi xwe bi berxwedana xwe bi ser ketin û vaye vedigerin. Çawa ku Odysseus dema vegeriya Îthakayê ew gur û çeqel teriya xwe xistin nav lingê xwe û bi kûzekûz revîn û çûn wê îro jî ew çeqel ji wî warê pîroz, ji Efrîna delal derkevin û biçin.
Efrîn îman e. Efrîn hebûn û heqîqet e. Efrîn zeytûnên tehmxweş e. Efrîn serketina mezin e. Efrîn Newroz e. Efrîn ar û agir e. Efrîn bi xelkê xwe Efrîn e. Bêyî xelkê xwe sêwî û êtîm bû, stûxwar bû. Vaye Efrîn êdî serbilind e. Çawa ku dilopa ava nazenîn zinaran diqelîşe bi israra xwe, efrînî jî hemû bend û asteng parçe kirin û vaye li ser rêya vegerê ne.
Bi wan re hemû Kurdistan vedigere mal û hêlîna xwe. Bi wan re gundiyên li Bakur vedigerin gundê xwe ku dagirkerên tirk şewitandibûn, bi wan re gundiyên Başûr vedigerin gundên xwe ku faşîstên Baasiyên Bexdayê ew şewitandûbûn. Bi wan re gundiyên Rojhilat vedigerin gundên xwe ku ah û ayetûlahên genî ew şewitandibûn. Ji ber wê ev veger wateya xwe pir mezin e.
Cejn û Newroz ev veger bixwe ye. Ev hemû jî bi saya bîr û baweriya ilm û feraseta Apoyî ye. Yên di hicrikên tarî de bi sê niftikên kibrîtê Newroz pîroz kirin û gotin “berxwedan jiyan e”, bûn meşale û rêya vegerê nîşanî me teva dan.


