Waliyê Dêrsimê yê berê Tuncel Sonel binçav kirin

Polîsan Waliyê Dêrsimê yê wê deme Tuncay Sonel binçav kirin.

1 deqe xwendin
Waliyê Dêrsimê yê berê Tuncel Sonel binçav kirin

Xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku ku di 5ê Çileya 2020an de hat windakirin di ser de 6 sal derbas bû. Têkildarî lêpirsînê waliyê wê demê Tuncay Sonel hat binçavkirin.

 Tuncay Sonel li Xarpetê hat binçavkirin. Nehat zanîn ku dê Tuncay Sonel bibin ku derê. Dayika Gulîstan Doku, Bedriye Doku ku li ber edliyê agahiyê girt got, “Şikir hat girtin.”

 Xwişka Gulistan, Aygul Doku jî têkildarî girtina walî got: “Tuncay Sonel û çeteyên wî hatin binçavkirin. Em bawer dikin ku bê girtin.” Jinên ku bi malbatê re di nobetê de ne bi çepikan û dirûşmeya “em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz kirin ve bê agahiyê girtin.