Waliyên Hewlêr û Dihokê serdana Şaredariya Amedê kirin
Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn, waliyê Hewlêrê Omîd Xoşnaw û waliyê Dihokê Elî Tatar û komek akademîsyen pêşwazî kir.

Waliyê Hewlêrê Omîd Xoşnaw û waliyê Dihokê Dr. Elî Tatar ku di çarçoveya “Foruma Aştî û Azadiya Civakî” de hatin Amedê, tevî komek akademîsyenan serdana Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun kirin.
Heyet ji aliyê Hevşaredar Serra Bûcak û Dogan Hatûn ve hat pêşwazîkirin. Piştî pêşwazîkirinê, hevşaredaran bi heyetê re hevdîtinek pêk anî. Hevşaredaran destnîşan kir ku beşdariya parêzgaran di Forûma Aştî û Azadiya Civakî de û serdanên wan ên piştevaniyê ji bo wan xwedî giringiyeke mezin e. Hevşaredar Bûcak wiha got: “Dema em dibêjin aştî û azadiya civakî, em behsa aştî, biratî û jiyana bi hev re ya di nav xwe de dikin. Em parastina feraseta ku yekîtî û piştevaniya Kurdan di navenda xwe de digire, dikin.”
Di hevdîtinê de her wiha li ser rêveberiyên herêmî û geşedanên rojane nirxandinên dualî hatin kirin.


