Wendakirina Rojava wendakirina Kurdistanê ye!
Di guhertina aloziyê ya sêgoşeya Kurdistanê de, ji dîrokê heta niha ya li para kurdan mayî bêmafî ye. Ev tê dabînkirin. Çi dema ku kurd di doza mafê xwe de bi ser ketine, rastî bêbextiya dewleta tirk hatine! Pêşî li wan hatiye birîn. Li ser maseya dîplomasiyê bûne qurbanên berjewendiyan…

“Şervano keziya dayikê bi qurbano, tu nehêle tola me, bi destê xwînmijano şervano, şervano, şervano...”
Şervanên kezîhonandî, birext, fîşek û çekê li bejnê alayî, guliyên hinekirî, ew biskên badayî, şervanên hêviya jiyanê. Ji bîr nekin keziyê jinên kurd mijareke pir girîng e. Kezî nîşana serberziyê ye. Li ber vê hovîtiya we, şervanan serî daneanî. Bila li hemberî hemû kiryarên ku jinên şervan hedef digirin, ehd û peymana mezinkirina xwe-birêxistinkirina me be.
Çêteyên DAIŞê, SMO û HTŞê keziyê servana YPJê birî. Keziyê keça kurd, kerameta berxwedanê jêkirin. Yazdeh salan berê li Kobanê DAIŞ, li bin siya keziyên şervanên YPJê şikestinek mezin xwar û têk çûbû. Amarîkayê hevsarê DAIŞê yên girtî ji dest berda. Xetere heye ku li Kobanê DAIŞ komkujiyan bike.
Ji axir zemanan heta roja îro li ser keziyên keça kurd, stran hatine gotin. Li qadan bi milyonan jinan û keçên kurd, îro kezî vehandin. Li dîrokê gelek şoreş pêk hatine û gelek berxwedan li dinyayê û Rojhilata Navîn qewimîne. Lê mîna şoreşa Rojava û lehengiya YPJê mînakên wê kêm in. YPJê di navenda avakirina şoreşa rojavayê Kurdistanê de bi pêş ket. Şoreşa Rojava bi tevahî jinên cîhanê da naskirin. Şoreşa Rojava, ya bi pêşengiya jinan pêkhatî, ji bo jinên cîhanê peyamek e.
Di vê rojevê de ku kêlîbikêlî geşedanên nû çêdibin, ya rast mirov nizane ku ji ku derê dest pê bike. Mijar ewqasî germ in ku mirov şaşo maşo, lê heyîrî dimîne. Ji wehşet, hovîtiyê pêve ne heq, ne însanetî û ne jî hiqûq li ba HTŞê, SMO û DAIŞê nemaye; ji rûyê wan xezeb dibare. Weke zebaniyan êrişî bedena jinan dikin. Bi rojan e ku kurd ji bo rojavayê Kurdistanê, li çar hêlên Kurdistan û Ewropayê li ser piyan e. Dor li Kobanê keleha berxwedanê ji çar hêlan ve hatiye girtin. Bala kurdan geh li ser Rojava, geh li ser rojhilatê Kurdistanê ye. Dîmenên komkujiyê yên xelkê rojhilatê Kurdistanê li ser medyayê parve dibin! Raya giştî li van dîmenan temaşe dike… Li rojhilatê Kurdistanê, bobelatek mezin heye. Kurd bi komkujiyeke mezin a fizîkî re rûbirû ne. Divê palpiştiya yekîtiya navxweyî ya kurdî qayîm bibe. Ji bo kurdan ji bilî berxwedan û yekîtiyê ti rê û rêbaz li pêş me nemane. Bi rewşa rojavayê Kurdistanê re, hemû destkeftiyên kurdî di talûkê de ne. Xeterî mezin e. Ji ber vê rewşa heyî ya dijwar, em her kurdek çi ji destê me tê divê em texsîr nekin. Nexasim jî, em keleha azadiyê Kobanê bi tenê nehêlin!
Kobanê keleha kurdan e; dilê berxwedanê ye. Divê ruhê me, hişê me li ser Kobanê be. DAIŞ, bi awirên req berê xwe daye dagirkirina Kobanê. Wan selefiyan ji bo qirkirinê bi ayetên Enfalê êrişî kurdan dikin. Ji bo me kurdan ev dema man û nemanê ye. Axir dirêj nekim jixwe herkes serxwetê rewşê ye…
Ji seferberiya rêveberiya xweser a Rojava, bêhna azadiyê ya Kurdistanê tê. Ev seferberî, bû seferberiyek neteweyî. Ji vê rabûnê ya ser piyan a bi milyonan, hişt ku hesabên şaş ên valakirina Rojava têk biçin. Hesabên şaş li tora berxwedana gelê kurd aliqîn. Tişta ji me tê xwestin, bi ruhê yekîtiyê, parastina destkeftiyên şoreşê ye. Parastina Rojava, erka welatperweriyê ye. Di destê siyaseta kurdî de îro derfetên vê hene. Kurdan li dijberî zordarî û konsepta tesfiyekirinê hêza xwe kir yek. Ev ew kêliya qirîtîk a pêkanîna dema azadiyê ye. Veguhertinên ku îro li Rojhilata Navîn rû didin, li siyaseta kurdî; yekrêziya navxweyî ferz dikin… Divê kurd li ber bahoz û seqema zivistanê nekevin. Bi xwe û hêza xwe bawer bin. Em di demeke wiha de derbas dibin ku bûyer, guhertinên herêmî kêlîbikêlî tên veguhertin. Em ê destûrê nedin ku guhertinên hevsengiya nû bibin sedema wendakirina hebûna me kurdan. Wendakirina Rojava, wendakirina tevahî Kurdistanê ye, wendakirina mirovahiyê ye. Li hemberî zordariyê, misogerkirina doza azadiyê, li pêşiya tevahî partiyên kurdî ye! Têkoşîna tevahiya gelê Kurdistanê ji bo parastina Rojava ye. A girîng bilindkirina tevdîran a pêşîbirîna li ber vê tofanê ye. Roj roja xwedîderketina li Kurdistanê ye; îro roja xîretê, bi pêrabûna lebatê ye.
Senatorê amerîkî Lindsey Graham, beriya bi demekê li serdana xwe ya li Îsraîlê got ‘em ber bi dayîna hin biryaran e ku wê hezar salên Rojhilata Navîn diyar bikin’. Hêzên kapîtalîst dibe ku planên wan hebin, lê rewşa herêmê û daxwaza gelên herême cuda ye. Ji bo wan daxwazên gelan ne girîng in. Ji bo wan li Sûryeyê, HTŞ projeyek e. Plana tasfiyekirinê, jiholêrakirina saziyên rêveberiya xweser û dagirkirina herêmê li civîna Parîsê ya 6ê çilêyê hat danîn.
Di guhertina aloziyê ya sêgoşeya Kurdistanê de, ji dîrokê heta niha ya li para kurdan mayî bêmafî ye. Ev tê dabînkirin. Çi dema ku kurd di doza mafê xwe de bi ser ketine, rastî bêbextiya dewleta tirk hatine! Pêşî li wan hatiye birîn. Li ser maseya dîplomasiyê bûne qurbanên berjewendiyan…
Îcar ma ne gotin gotinê vedike, rayedarên Tirkiyeyê li gel hevalbendên xwe HTŞ û DAIŞê ev plana tasfiyekirinê ajotin ser xaka Rojava. Êrişên rasterast ên jiholêrakirina saziyên pergala rêxistina neteweya demokratîk a şoreşa Kurdistanê, bi hev re plan kirin. Şer li ser gelê Rojava ‘hat ferzkirin’. Dema şer hat ber derî mirov neçar e ku parastina hebûna xwe bike. YPJ û YPG di şerê parastina rewa de ne. ‘Kurd ne berxên li ber kêrê ne’. Dinya heyranê wê berxwedana keç û xortên Rojava ye. Şervanên YPJ û YPGê di vê dorpêça piralî ya selefîstan de, di vê demsala zivistanê de bi berxwedana xwe ya bêeman dinya hejand, cîhan rakir ser piyan. Şervanan di cephê pêş de gelê xwe ji qirkirinê parast. Dê berxwedana şervanên azadiyê, bi ser bikeve û hewldanên tepisandinê bi bin bikevin…


