Weşana Ronahî TV ji ber şewatê rawestiya
Di studyoya Ronahî TVyê ya li Qamişloyê de şewat derketibû. Rêveberiya televîzyonê da zanîn ku şewat ji ber pirsgirêka ceryanê derketiye.

Berbanga îro li avahiya kanala Ronahî TV a li bajarê Qamişloyê şewateke mezin derket. Di encamê de studyoya sereke û odeya kontrolê bi tevahî şewitîn û weşana zindî ya kanalê demkî hat rawestandin.
Rêveberiya Ronahî TV der barê şewata ku destpêkiriye daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li studyoya televîzyona me ya li Qamişloyê şevê din saet derdora 02.00yan (12 adar 2026) şewatek derket. Şewat di demeke kurt mezin bû, bi mudaxeleya ekîbên agirkujiyê û mudaxeleya xebatkarên televîzyonê hat vemirandin. Di encama şewatê de li studyoyê ziyaneke mezin a madî çêbû.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku şewat ji ber pirsgirêka ceyranê derketiye û ev agahî hat dayîn: “Ji ber şewatê, weşana televîzyona me ji bo demekê ji neçarî sekinî. Ji bo ku gel, şopdar û temaşevanên me ji agahiyan bê par nemînin û bi berdewamî rastiyan ji çavkaniyên wê bigirin, weşana me berdewam dike. Di demeke kurt de dê pirsgirêkên derketine holê werin çareserkirin û weşana me ya li studyoya Qamişloyê jî careke din bikeve rewşa asayî. Em ê gel bê agahdarî nehêlin.”


