Xemsariya DEDAŞê 4 çêlek kuştin
Xemsariya rayedarên DEDAŞê li gundê Xana Kelê ya navçeya Licê 4 çêlek û conegayek kuşt.

Li mezraya Mehmî ya girêdayî gundê Xana Kelê ya navçeya Licê ya Amedê ji ber xemsariya rayedarên DEDAŞê 4 çêlek û canegayek welatiyê Şahîn Atagoren mirin. Malbatê diyar kir ku tîmên DEDAŞê çar roj berê li gund kabloyên trafoya guhertin û îro danê sewalên ku diçeriyan dema nêzî trafo bûn, bi ceyrana trafoyê mirar bûn. Malbat piştî bihîstin sewalên wan mirine bang li cendirmeyan kirin. Li ser vê yekê tîmeke cendirmeyan û hin peywîrdarên Midûriyeta Çandinî û Daristanan a Licê û DEDAŞê hatin cihê bûyerê. Tîmên cindermeyan û peywîrdarên Midûriyeta Çandinî û Daristanan a Licê û DEDAŞê raporên xwe girtin û ji gund derketin. Malbatê da zanîn ku ji ber tîmên DEDAŞê kablo xelet girêdane ceyranê sêwalên wan girtin û diyar kir ku ji ber kêmasiya DEDAŞê heye, giliya wê kiriye. Malbat ji bo zirar û ziyana wan bê pêşwazîkirin dê li benda raporan rawestin.


