Xerîb Hiso: Salih Muslim jiyana xwe ji bo xizmeta doza kurd veqetandibû

Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso di merasîma pêşwazîkirina cenazeyê şehîd Salih Muslim de got şehîd Salih Muslim jiyana xwe ji bo xizmeta doza kurdî û parastina nirxên jiyana hevbeş û diyaloga di navbera pêkhateyan de veqetandibû û hevrêyên wî dê têkoşîna wî bidomînin.

1 deqe xwendin
Xerîb Hiso: Salih Muslim jiyana xwe ji bo xizmeta doza kurd veqetandibû

Cenazeyê şehîd Salih Muslim vê sibehê bi merasîmekê ji Hewlêrê ber bi deriyê Sêmalkayê ve hatibû oxirkirin û saet derdora 11.00an gihaşt Sêmalkayê. Cenazeyê şehîd Salih Muslim li Sêmalkayê bi girseyeke mezin a şêniyan, hevserok û endamên PYDê, nûnerên partiyên siyasî û saziyên Rêveberiya Xweser hat pêşwazîkirin û merasîmek hat lidarxistin.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre hevserokê PYDê Xerîb Hiso axivî.

Xerîb Hiso diyar kir ku têkoşîna şehîd Salih Muslim dê di wijdanê hevrêyên wî û gelê kurd de zindî bimîne. Herwiha destnîşan kir ku Salih Muslim kedeke mezin di xizmeta doza kurd de da û ji bo bidestxistin û parastina mafên gelê kurd têkoşiya. Hiso di dewama axaftina xwe de anî ziman ku şehîd Salih Muslim bi helwesta xwe ya welaprêzî û hewldanên xwe yên daîmî yên pêşxistina nirxên jiyana hevbeş û diyaloga di navbera pêkhateyên herêmê de lîst.

Hevserokê Giştî yê PYDê Xerîb Hiso anî ziman ku dê hevrêyên şehîd Salih Muslim têkoşîna wî ya parastina doza edalet û xizmetkirina civakê bidomînin.

Karwanê cenaze ji Sêmalkayê ber bi bajarê Girkê Legê ve bi rê ket. Girse ji bo pêşwazîkirina cenaze li têketina bajar kom bû.