Xiristiyanan li Rojava cejna Paskalyayê pîroz kir

Li rojavayê Kurdistanê xiristiyanan bi merasîmên olî cejna Paskalyayê pîroz kir.

1 deqe xwendin
Xiristiyanan li Rojava cejna Paskalyayê pîroz kir

Li bajarên rojavayê Kurdistanê xiristiyan berê xwe dan dêran û bi merasîman cejna Paskalyayê pîroz kir.

Cejna Paskalyayê bi navê Cejna El Qiyame tê naskirin. Li gel Dêra Ortodoks ya Şerqî cejneke gelekî girîng e. Di saetên dereng ên şevê de xiristiyan diçin dêrê û merasîmên olî li dar dixin.

Dêra rojhilat li gorî teqwîma El Yulyanî cejna Paskalyayê pîroz dikin, Dêra rojavayî jî li gorî teqwîma El GirêGorî cejnê pîroz dikin.

Xiristiyan bi boneya cejna Paskalyayê merasîmên olî organîze dikin, hêkan boyax dikin û cejnê li hev dikin. Li gorî baweriya xiristiyanan, hêkên boyaxkirî û nan di wateya jiyaneke nû û bereket de, didin bikar anîn. El Qiyame jî tê wateya ku jiyan li hemberî mirinê, hêvî li dijî jan û êşan, biserdikevin.

Qamişlo

Xiristiyanên Ortodoks bi boneya cejnê berê xwe dan Dêra Mar Yaqûb El Nisêbînî ya bajarê Qamişlo û merasîma olî li dar xist. Di merasîmê de find pêxistin û cejn li hev din pîroz kirin. Herwiha hêkên boyaxkirî û nan bi xwe re anîbûn Dêrê.

Oldaran jî di merasîma xwe de bal kişandin ser fedakarî, hezkirin û aştiyê

Hesekê

Li bajarê Hesekê jî xiristiyan çûn Dêra El Ezra ya li taxa El Nasrayê û merasîmên olî li dar xistin. Oldar di xutbeya xwe de anî ziman ku bi nirxên ruhî ve girêdayî bin, ruhê hezkirin û xweşk û biratiyê di navbera civakê de xurt bikin. Herwiha got, girîng e ku dêr rola xwe di aştî û jiyana hevbeş de bilîze.

Di dawiya merasîmê de hêvî kirin ku li herêmê ewlehî û aramî çêbibe.

Dirbêsiyê

Li bajarê Dirbêsiyê jî xiristiyan berê xwe da Dêra Marsiya û merasîmên cejna Paskalyayê pêk anî.

Di merasîmê de nimêj kirin û oldaran xutbe dan. Xiristiyanan bawerî û hêviya xwe ya xêr û aştiyê anîn ziman. Gotin ku ev cejn yek ji sembolên hêvî, nûbûn û belavkirina hezkirinê û aştiyê di navbera mirovan de ye.