Xizmên windayan li 3 bajaran li windayan geriyan

Xizmên windayan li Amed, Êlih û Colemêrgê ji bo winda bêne dîtin û kujer bêne darizandan çalakî li dar xistin. Di çalakiyan de xwestin kujerên Mehdî Akdenîz, Metîn Can, Hasan Kaya û Cuneyt Aydinlar bên darizandin.

1 deqe xwendin
Xizmên windayan li 3 bajaran li windayan geriyan

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan li Amed, Êlih û Colemêrgê ji bo winda bêne dîtin û kujer bêne darizandin çalakî lidar xistin. Di çalakiyan de xwestin kiryarên Mehdî Akdenîz, Metîn Can, Hasan Kaya û Cuneyt Aydinlar bên darizandin.

Amed 

Şaxa Amedê ya ÎHD’ê û xizmên windayan di hefteya 888’an de çalakiya xwe ya bi dirûşma ‘bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin’ domandin. Çalakî li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşuyolu ya li navçeya Rezan hate lidarxistin. Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta ku wêneyên kesên hatine windakirin û qetilkirin li ser bûn, hate vekirin.

Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Mehmet Mehdî Akdenîz hate xwendin ku 20’ê Sibata 1994’an li navçeya Pasûr a Amedê hate binçavkirin û êdî agahî jê nehat wergirtin.

Êlih

Li Êlihê jî çalakiya ÎHD û xizmên windayan di hefteya 724’an de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Cadeya Gulistan dom kir. Di çalakiyê de aqûbeta Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Xarpêtê parêzer Metîn Can û endamê damezrîner Dr. Hasan Kaya hate pirsîn ku beriya 32 salan ji malên xwe hatin revandin û piştre hatin qetilkirin.

Colemêrg

Çalakiya li navçeya Gever a Colemêrgê di hefteya 214’an de dom kir. Di çalakiya li Kolana Hunerê de wêneyên kesên di bin çavan de hatine windakirin, hatin hildan. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Cuneyt Aydinlar hate pirsîn ku 20’ê Sibata 1994’an hate qetilkirin. Hevserokê Şaxa Colemêrgê ya ÎHD’ê Ozan Akbaş daxuyanî xwend.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.