Xwebûna jinan
Were ji her kesî re bibe findek, paşê ji tariyê xelas nebe! Ji her kesî re bibe deng, muzîk û helbest biafirîne, paşê tu ker û lal bimînî.
Were ji her kesî re bibe findek, paşê ji tariyê xelas nebe! Ji her kesî re bibe deng, muzîk û helbest biafirîne, paşê tu ker û lal bimînî. Di nîvê sedsala 20an de Rêber Abdullah Ocalan, bi giştî gavên xwebûna kurdan, lê bi taybetî ji bo xwebûna jinê gavan avêtiye
Rastiya heqîqeta jinan û lingê wê yê civakbûnê bi awayekî komî û kolektîf heqîqeta jina ristkar dirêse û pêk tîne. Hê îro jî li gelek herêmên Rojhilata Navîn jin di bin zext û fişara pergala serdest de dijîn. Wekî mînak, li Afganistanê, ku di bin serweriya Talîbanê de ye, mafê vekirina şibakê ya jinan hê jî mijara nîqaşê ye. Rêxistinên wekî DAIŞê, yên hov, armanca wan a sereke bindestkirina jinan e. Êrîşên destpêkê yên DAIŞê bi taybetî li ser jinan bûn. Nêzî 7-8 hezar jin hatin revandin, di bazaran de hatin firotin, tecawiz li wan hat kirin û hêj aqûbeta gelek jinan ne diyar e, nayê zanîn ka li ku ne. Herwiha Jîna Emînî li Îranê ji aliyê qaşo “polîsên exlaqê” ve, tenê ji ber ku çend biskên porê wê xuyabûn, hat kuştin. Ev yek jî mînakeke din a zelal e. Bazara li ser bedena jinan polîtîkaya mêran a şerê taybet nîşan dide. Di heman demê de, di şerê Îsraîlê yê li ser Xezayê de jî em dibînin ku armanca destpêkê dîsa jin û bedena jinan e. Revandin û tecawizkirina jinan, piştî kuştina jinan teşhîrkirina bedena wan a tazî, bi zelalî nîşan dide ku pergala mêrperest û şerê wan her gav bedena jinan wekî hedefa yekemîn hildibijêre. Ji kena jinan bigire heta cil û bergên wan, heta çawaniya rêveçûna wan, jin di her warî de bi zext û tengijandinan hatine dorpêçkirin. Jina ku derketiye derveyî pergalê, hatiye naletkirin, şewitandin û recimkirin.
Kevneşopiya ku Şamanan ava kiriye
Em dibînin ku heta roja îro li ser bedena jinan û heta kuştina wan, tev bi destê şamanan û li gor kevneşopiya Satî hatiye kirin. Dûrxistina jinan ji civaka xwezayî û di navenda wê de bicihkirina baweriya xwedavenda Satî, civak xistiye nav qalibên zayendî yên baviksalarî. Gava vê yekê ya ewil avêtina xwedayan bû. Vê gava ewil ya şamanan mêr ji jinê qetand, piştî vê jin ji bo mêrî wekî qurbanekî hat dîtin û wekî hebûneke pêwîst hat pejirandin. Em behsa Hindistanê dikin, lê ya rastî ev vegotina mîtolojîk di civakên din de jî mînakên wekî wê hene. Ne tenê bedena jinan, bi ruh û fikrên xwe jî wekî berdewamiya mêr hatiye pejirandin. Divê em vê feraseta ku rê ji vê baweriyê re vekiriye rast analîz bikin. Ev feraset, ku jinan dixe nav qalibê koletiyê, îro li her derê dinyayê veguheriye pergalekê û bi awayekî sazîbûyî hebûna xwe didomîne. Her çendî bi demê re hatiye guhertin jî, sererastkirina vê pergala baviksalarî di vê vegotinê de xwedavenda Satî kiriye remza zewaca bextewariyê ya herî demdirêj. Fikreke wisa hatiye belavkirin ku jin heta mirina xwe neçar e bi hevjînê xwe re girêdayî bimîne. Li gor vê ferasetê, ji bo jinê, hevjînê wê wekî xwedayekî ku jê re secde bike tê dîtin. Ya rastî, em ku dibînin, di zimanê Sanskrîtî de peyva “Swamî” ji bo mêr di wateya efendî de ye. “Patî” jî hem tê wateya mêr, hem jî efendî. Bi vî awayî kevneşopiya Satî tê wateya ku jin teqez divê bi hevjînê xwe re girêdayî û sadiq bijî û tew dikare ji bo wî bibe qurban jî. Û ku hevjînê jinê miribe, xwe dispêre fikreke wisa ku divê ew jin ligel hevjînê xwe yê mirî bi agir were şewitandin û jê re bibe qurban.
Kevneşopiya Satî
Ji bo jinekê çendî bi namûs e, nîşana wê ev e; divê gava hevjînê wê dimire, ew jî bi dilxweşî ber bi cenazeyê hevjînê xwe yê ku dişewite bimeşe û bi dildarî xwe biavêje nav agir û bişewite. Hebûna xwe di nav hebûna yekî din de tunekirin, dibe ku wateya rastiya xwe di nav kevneşopiya Satî de dibîne. Di dîrokê de ji ber yekê, hewildan û tekoşîna jinan em bidin aliyekî, tê gotin ku ji aliyê Îngilîzan ve dawî li vê kevneşopiyê hatiye anîn. Dawîlêanîna vê kevneşopiya erjeng, her çendî ne bi tekoşîna jinan, lê wekî ku Îngilîzan bi hêz û kerema xwe ev yek pêk anîne, tê nîşandan. Halbûkî li hember vê kevneşopiya Satî, tekoşîna jinan ji nedîtîve hatiye. Ev kevneşop, wekî ku tenê li welatekî paşverû û dûr be, wêdetir xwedî wateyan e. Çanda Satî tunehesibandina jinan e, jinan ji bo hinekan, nemaze wekî berdewamiya mêr, dîtin û tunekirina jinan e. Ev rêbaz, ku li ser jinan hatiye ceribandin, di heman demê de li ser gel û civakên mêtingeh jî hatiye pêkanîn. Bi salan gotina “hebûna min ji hebûna tirk re diyarî be” bi awayekî faşîzane, ev sirûd li ser gelên li Tirkiyeyê hatiye pêkanîn, bi awayekî din kevneşopiyeke Satî bû. Ango Satî, kevneşopiyeke zêde ji me dûr nîne. Komeke jinan, ji jiyana xwe, gava li ser perspektîfa Rêber APO ya bi navê “Bîrdoziya Rizgariya Jinê ya Çar Qatî” nîqaş dikirin, vedigotin ku ji çîrokên Satî yên me bihîstibû, hê kûrtir em fêm dikin ku çima pêwîstî dibînin vê çandê biguherînin. Were 15 hezar salan dayîktî bike, ji bo mirovahiyê her tiştê pêwîst bike, dawiyê bikeve rewşa evdekî neçar! Were bibe welatê yekem ku xwedavend jê welidîn, ji bo mirovahiyê her tiştê pêwîst biafirîne, bîne dinyayê û paşê


