Xwendina pêşîn divê bi kurdî be

Mêvanê me yê vê hefteyê stêrkeke geş a esmanê ziman û wêjeya kurdî ye. Bi salan e di hemû jiyana xwe de kedeke mezin ji bo zimanê xwe daye û hê jî di kar û xebatên xwe de berdewame.

1 deqe xwendin
Xwendina pêşîn divê bi kurdî be

Mêvanê me yê vê hefteyê stêrkeke geş a esmanê ziman û wêjeya kurdî ye. Bi salan e di hemû jiyana xwe de kedeke mezin ji bo zimanê xwe daye û hê jî di kar û xebatên xwe de berdewame. Me vê carê ji bo xwînerên xwe bi mamoste û zimannas Reşo Zîlan re hevpeyvîn kir.

Mamoste Reşo Zîlan kengî û çawa dest bi nivîsandina kurdî kir?

Cara yekem min di salên 1967-68’an de ku ez hingê ji bo xwendina bilind li Enqerê bûm. Li wir min hinek ciwanên kurd ên ku ne ji aliyê Serhedê bûn dîtin. Min dît ku di kurmanciya min û ya wan de hindek cudahî hene. Min dît ku hin tiştan em bi rengekî dibêjin ew bi rengekî dibêjin, an jî di devoka min de hin peyv hene ku li ba wan tune ne yan jî di devoka wan de hin tişt hene ku di ya min de tune ne. Ji bo nivîsandin û notkirina wan tiştan min dest pê kir nivîsand. Wekî mînak lîsteya gotinên ku min nebihîstibûn û hin gotinên pêşiyan min berhev kir. Wiha ez dikarim bêjim ku nivîsandina min a pêşî ew bû.

Beriya demekê te li ser malperên civakî der barê pirtûka rastnivîsê ya tu bixwe jî tev li çend komxebatên wê bûbûyî got, “Ez tu caran nikarim navê xwe li bin tiştekî wiha binivîsim” gelo çima te wiha got?

Belê rast e min ew hevok bi kar anî, lê çi bû sedem ku min nexwest navê min li ser wê pirtûkê were nivîsandin? Jihevtênegihiştinek hebû di navbera min û ew hevalên beşdar ên di vê civînê de. Bi fikra min ku ev prensîpek e ji bo min, kurmanciya nûjen a nivîsînê li ser devoka Cizîra Botan hatiye avakirin û ew jî ji Bedirxiyan dest pê dike. Bi taybetî bi riya Hawar, Ronahî, Roja Nû, Stêr û bi van kovaran dest pê kiriye û hetanî salên heştêyî ev wiha berdewam bûye û hîç kêşeyek an jî pirsgirêkek nebû li ser vê prensîpê. Gava ku hindek hevalên me ji aliyê Amedê, Mêrdînê û wan derdoran hatin xwestin ku vê bingehê têk bidin û kurmanciya xwe ya deştê ya ji hindek aliyan ve têkel û pêkel ferz bikin, li ser zimanê me yê nivîsînê û hindek qayîdeyên ku Bedirxaniyan danîbûn. Wek mînak DE, RE û VE wekî DA, RA û VA nivîsandin. Tenê sedemek nîşan didan û digotin ev hema bêje di hemû devokan de wiha ye, lê ne wiha di gelek devokan de ew ne wiha ye. Heta di rojnameya pêşî ya Kurdistanê de ew wekî DE, RE Û VE ye. Rast e di klasîkên me de DA, RA, VA hatiye nivîsandin lê hûn jî dizanin ku klasîkên me li ser bingeha irûzê hatiye nivîsandin û di irûzê de gelek caran, RE û VE ji bo wezinê wekî DA, RA û VA nivîsandin ji bo ku wezin têk neçe. Vêca ew mirov dikare bêje ku ne bingehek e ji bo nivîsîna kurmancî ku îro em pê pexşanan dinivîsin. Rast e pexşana me ya pêşî derdora sala 1950’yî de hatiye nivîsandin lê piştî derketina rojnameya Kurdistanê ketiye nivîsarê.

Gava mirov temaşeyî klasîkên me dike, dibîne ku klasîk nivîsîna kurdan ji kîjan herêmê dibe bila bibe, hemû bi yek formê nivîsîne. Bo nimûne Pertew Begê Hekarî, Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Şêx Nuredîn Birîvkanî, Şêxê Axtepî, Maçîn, Siyahpûş, Melayê Bateyî van hemû bi formekê nivîsiye û dema mirov afirandinên wan dixwîne mirov dibêjeqey hemû ji heman deverê û heman gundî ne. Eva tiştekî seyr e lê mixabin piraniya kurdên me van tiştan nadin ber çavên xwe û fêm nakin. Ev sebebê ku divê kurmanciya me li ser vê bingehê pêşkeve û bê nivîsandinê. Berdixaniyan jî ev wekî qayîdeyek danîne û ji me xwestine ku em wiha binivîsin. Nimûneyekê bidim, cara pêşîn derdora 1525-1530’yî incîl wergerandine almanî. Yê ew incîl wergerandiye Martîn Luther e, bixwe ji herêma Nîtherzaksin e, devoka vê herêmê ji yên din gelekî cuda ye . Gelek caran heke yek ji wê herêmê biçûya Byrnê bi ihtîmaleke gelekî mezin wê gavê ji hev fam nedikirin, lê bi demê re ew dever niha ji hev fam dikin lê bêguman rewş beriya 500 salî ne wiha bû. Almanan ew ji xwe re kiriye bingeha zimanê nivîsînê ku jê re dibêjin almaniya bilind, heta niha jî ew bingeh nehatiye guhertin. Yekî ji devera Berlînê be, Hamburgê be, Beyrnê be, ji aliyê Nurinbergê be ev hemû, heta ji alî Swîsre û Awusturiyayê li ser vê bingehê zimanê xwe yê nivîsê dinvîsin, lê dîsa jî her kes serb