Xwepêşanderên Îranê: Ji Şah re na ji molla re na

Li Munihê beriya ku Konferansa Munîhê dest pê bike xwepêşanderên Îranê dest bi meşa şermezarkirina rejîma Îranê kirin û bi yek dengî gotin: “Ji Şah re na ji molla re na.”

1 deqe xwendin
Xwepêşanderên Îranê: Ji Şah re na ji molla re na

Muxalîfên rejîma Îranê yên li dîasporayê li Munîhê hatin gel hev û beriya Konferansa Munihê dest pê bike xwepêşandana protestoyî li dar xistin. Di xwepêşandanê de pankarta mezin ya li ser “Ji Şah re na, ji molla re na” nivîsandî rakirin.

Li gorî nûçeya Guardianê; girse li pey vê pankarta mezin meşiya û bênevber dirûşmên li dijî rejîma Îranê û li dijî hişmendiya Şah berz kirin.

Xwepêşanderan bi şewqe û êlekên xwe yen zer bale kişadin ser xwe. Tevî ku propagandaya ji bo lawê şahê berê yê Îranê Riza Pehlevî tên kirin jî kes destek nade û li qadan dirûşmên, “Ji Şah re na, ji mollare na” berz kirin.

Yek ji pêşengên çalakiyê li pêşberî gel axivî û diyar kir ku gelên Îranê ne dîktatorê wek şah û ne jî dîktatorê wek molla dixwaze. Xwepêşanderan xwest wek pergala rejîma Îranê, lawê şahê berê yê Îranê Riza Pehlevî jî beşdarî konferansa Munîhê nebe.