Xweziliya min li te jinê û wê hezkirinê!
Ji we çend kes ji nav nivînên xwe bi strana “tu bi hêlîna van tîtiyan” re şiyarbûne, nizanim.

Ji we çend kes ji nav nivînên xwe bi strana “tu bi hêlîna van tîtiyan” re şiyarbûne, nizanim. Heke dil tenik be, mejî xew re biçe jî hiş melodiyên xwe dihûne! Ev bîsteke hêviyên min deng vedane ez her sibe stranên tîtiyan û qebqebên kewan bi dengê bilbilan şiyar dibim. Mirov ji xwe re dibêje ev dengê dilê min e gelo ji min re dipeyive! An jî ew dengên ez pê şiyar dibim dikarim bêjim ji sedî sed ez mirim, vaye ev der jî bihuşt e. Ew a zinginî ji hişê min tîne, ez bi ser xwe ve têm jî dengê dîk e ew her sibe li ber guhê min dijene!
Serê sibê saet hê şeş û nîv bû ez rahêjtim destika pencerê; bizanibin ku li bihara Serhedê roj xwe di saet çarê sibê de hiltîne! Çawa min pencere vekir, bêhna pûng û cehtiriyê li ber bêvila min xist kezeb û pişika min di hinavê min de bi hev re şabûn. Min dît xaltika fîncanê tepsîkek di dest de, pînekî spî avêtiye ser, di destê din de jî demliga çayê kubar kubar dimilmile. Dengê min, rê li wê birî; “Xaltîkê tu bi ku ve diçî?” Xaltîka fîncanê bi awirên çavan nîşan da hêla ku apê Simko lê bû. Got; “Apê te xurîniyê bi cixarê dike! Ez pir li ber dikevim, ji ber wê ye ez jê re taştê dibim, dayikê! De ka tu jî were tevî me çayê vexwe!” Ez ji wê re bişirîm, wê sermilk li xwe hilçinî, ne ji fediyan bû ew tevgera wê ji hezkirin û dil li ber derneketinê bû. Got; “Çi bikim! Ne îro, vaye pêncî sal derbas bûn ez hema wiha li pey wî pêge me!” Du wê vexwendinê ez qet disekinim, mehnî li min xweş bû! Min rahêjt şimikan, min şirpande pahniyan!
Ez gihîştim ba wan, em rûniştin me çong li hev kutan. Sohbet geş bû li ser sînga şîn a deşta zozanê Serhedê! Emrê wan li ser hefteyê bû devî devî heştêyî dikir, lê çiqas dîsa ji emrê wan bibihure êdî ne xema wan bû! Xaltîka Fîncanê berê pirsên min da apê Simko! Xaltîkê wekî rêzgirtinekê dora peyva ewilî da wî. Apê Simko jî qala xwe nekir, bi pesnê Fîncanê rê da axaftina xwe! Got; “Mala te jinê! Ne weke xwe ya niha bû. Tu bawerke heke Edûla Derwêş hay jê hebûya wê teqez dexesî li


