Ya ku zarokên 14-16 salî dike faîl pergal e
Platforma Şaxan a KESKê ya Stenbolê li dijî êrişên li ser dibistinan li pêşiya Miduriyeta Perwerdehiyê ya Stenbolê dest bi çalakiya nobeda jiyanê kir û daxuyanî da.

Li dijî êrîşan bertek û çalakiyên sazî û sendikayên mamosteyan didome. Platforma Şaxan a KESKê ya Stenbolê li dijî êrişên li ser dibistanan ên li Sêwregê û Mereşê çalakî li dar xist.
Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Cameweriyê (KESK) ya Stenbolê li dijî êrişan û berpirsiyartiya rayêdarên desthilatê li pêşiya Midûriyeta Perwerdehiyê ya Bajarê Stenbolê dest bi çalakiya “nobeta jiyanê” kir. Girse li Qada Sultanahmetê kom bû, li vir dirûşmeya “Dijminê mamoste û xwendekaran Yusuf Tekîn îstîfa” hat berzkirin û heta pêşiya Miduriyeta Perwerdehiyê ya Bajêr meşiya.
Piştî meş bi dawî bû daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Serokê Şaxa Egîtîm Senê ya Hejmara 2yemîn a Stenbolê Hanîfî Bayindir ve hat xwendin.
‘Têkoşîna me wê bidome’
Hanîfî Bayindir anî ziman ku di salekê de 5 bûyer qewimî ne û got: “Lê gelek bûyer nehatin bihîstin. Em di serî de dibêjin ku tevahî bûyerên tundiyê divê wekî civakî werin dîtin. Tundî bi serê xwe dernakevê holê. Îro sedema tundiyê polîtîkayên tundî, xîzanî, bêhêvîxistin û siyaseta desthilatdar e. Ya ku zarokên 14-16 salî dike faîl pergal e. Sedema kuştinan desthilata siyasî ye. Îro heke mamoste û xwendekar bi tirs diçin dibistanê sedema vê Wezaretê Perwerdehiya Netewî Yusuf Tekîn e. Wekî Egîtîm Sen heta ku perwerdehiyeke demokratîk û dibistanên bêtundî têkoşîna me dê berdewam bike.”
Piştî axaftinê çalakî bi dawî bû.


