Yekîtî, yekîtî, yekîtî…

Bi hezarê salan e ev war û ax ji me re bûye hêlîn, war û welat. Keys û derfet e ku em bikaribin bi qewînkirina yekîtiyê nîrê koledariyê heta ebed bişkînin û azad bibin.

1 deqe xwendin
Yekîtî, yekîtî, yekîtî…

 

Zilhêzên cîhanê careke din bi hemû hêza xwe êrişî Rojhilata Navîn dikin. Weke kîsoyê ji qalikê xwe derketî û tifê qalikê xwe kirî; ev hêz ji bo tehkîmkirina hegemonyaya xwe li çavkaniya şaristaniya kevnar dixin. Ji vir mebest ne Îran e yan jî welatekî din e. Naxêr, herêm giş di hedefa hêzên nîzama mueses a sermayeyê de ye. 

Tevî ku heta niha derfetên zêrîn jî li pêş rêvebir û rayedarên van welatan hebûn, bi kar neanîn û tim xwe di neynika dêwan de dîtin! Ji xeynî zilm û zorbatiyê ti tiştekî din nekirin. Wan bi zilma xwe, xwe hêz hesiband. Lê hêz û zorbayên ji wan qewîntir jî hebûn. Rejîma Îranê ya mollayan di 47 salên desthilata xwe de di serî de ji bo gelê me ji bo kurdan ji bo ti pêkhateyeke li Îranê ti tiştekî bi xêr û ber nekir. Ew ê tim bi zilma xwe û bi bîranînên nebaş di hiş û bîra civakê de bimînin.

Ji xeynî şer gelek rê hebûn lê ne hêzên cîhanî xwe dida ber van rêyan û ne jî zorbayên sifatên wan Ayetûllah xwe didan ber van rêyan. Ji ber wê şer bi hemû rûxîneriya xwe dewam dike. Wisa xuya dibe ku wê hêj demeke dirêj jî bidome. Ji ber ku êdî kevir ji cihê xwe leqiyaye. 

Li vê erdnîgariya ku statuko weke lifzê îlahî tê dîtin, dema kevir ji cihê xwe bileqe weke qiyametekê lê tê. Ji ber wê jî di vê toz û dûmana mirovkuj de ji her demê zêdetir pêdivî bi hişyarî û serwextiyê heye. Herçî gelê kurd e, di gelek demên dijwar re derbas bûne û îro jî derbas dibin. Me gelek ezmûnên bi xwîn dîtine heta roja îro û em îro jî dibînin. 

Di nav rêxistinên rojhilatê Kurdistanê de pêkhatina yekrêzî û hevpeymanê di demeke wisa de gelekî bi qîmet e. Pişta me pê xurt û dilê me pê bawer e. Ji ber ku encax bi yekîtî û yekrêziyê em bikaribin ji vê tofanê bi xisarên biçûk û bi qezencên mezin derbikevin. Yek ji gelê qedîm û kevnar ê vê axê em in, kurd in. Bi hezarê salan e ev war û ax ji me re bûye hêlîn, war û welat. Keys û derfet e ku em bikaribin bi qewînkirina yekîtiyê nîrê koledariyê heta ebed bişkînin û azad bibin. 

Di dema êrişên li ser Rojava de li çar aliyê cîhanê dengê ku ji her ferdekî kurd berz û bilind bû, ev bû; Yek e yek e yek e gelê kurd yek e. Digotin; Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e. Heqeten jî wisa ye. Dem û çaxa wê hatiye ku kurd tevî nasname, çand û ziman û dîn û diyanetên xwe, bi kerameta xwe bi nifûsa xwe ye zêdetirî 60 milyonî di nav ewlehiyê de azad bin. Ew şiyan û qudret, ew aqil û feraset bi me re heye. Bes ku em bizanibin cudahiyên me dewlemendiyên me ne, bes ku em bizanibin yekane rêya rizgarî û azadiyê tifaqa me ye.

Metirsî û xetere pir mezin in û hîn jî beralî nebûne. Em bi vê zanebûn û serwextiyê hev hembêz bikin, ji hev hez bikin, hev qebûl bikin, rêzê nîşanî hev bidin, em ê bi ser bikevin. Biserketina kurdan wê bibe serkeftina gel û pêkhayetên tevahiya herêmê. Pêşî em ê yekîtiya xwe zexm û qewîn bikin, li ser hemû sînor û serhedan em ê bibin bend û kilîd û paşê jî em ê bi gelên cîran re tifaqê bikin. Jiyan an dê bi hev re bibe bihişt (cennet) an jî di vê dojehê (cehennemê) de em ê hemû bişewitin!