Asîmîlasyon an entegrasyon?
Li hember vê daxwaza hikûmeta faşîst a Şara aliyê kurd li ber xwe dide û dibêje, ‘Em naxwazin asîmîle bibin, em dixwazin entegre bibin’. Bi awayekî din, kurd dibêjin, ‘em parçeyek ji civaka Sûriyeyê ne, ne parçeyekî civaka ereb in’.

Asîmîlasyon û entegrasyon du peyvên latînî ne ku li her aliyê cîhanê bi piranî tên bikaranîn û di jiyana rojane ya kurdan de jî xwediyê bikaranîneke berfireh in. Bi taybetî li diyasporayê ji bo kesên koçber û penaber tên bikaranîn, lê di van salên dawî de li rojavayê Kurdistanê û li Sûrizeyê jî bi giranî ketiye rojevê. Destpêkê aliyê kurd ev peyv bi kar anî û got ku ew “dixwazin bi dewleta Sûriyeyê re entegre bibin’’. Lê niha em li pêvajoya tê birêvebirin dinihêrin ku dewleta Sûriyeyê dixwaze kurdan “asîmîle“ bike û xwe ji erkên “entegrasyon“ê dûr digire. Ev yek jî dikare aliyê kurd û dewleta Sûriyeyê dîsa ber bi nakokiyekê ve bibe, ji ber ku wateya her du peyvan cuda ye û bikaranîna wan dikare encamên cuda bi xwe re bîne.
Destpêkê em li wateya peyvan binihêrin. Wateya her du peyvan ji ser tevna înternetê bigirim ku her xwendekarek dikaribe bixwe jî lê binihêre û heman encamê bibîne:
Asîmîlasyon: Asîmîlasyon tê wê wateyê ku mirov bi tevahî dev ji çand, ziman û nasnameya xwe berde û bi tevahî bibe beşek ji civaka piraniyê. Di vê prosesê de kesayetiya mirov a eslî wenda dibe û ew bi temamî di nav çanda serdest de dihele.
Entegrasyon: Entegrasyon tê wê wateyê ku mirov di civaka nû de beşdar bibe, lê di heman demê de çand, ziman û nasnameya xwe jî biparêze. Mirov hem di jiyana civakî de cih digire, hem jî rehên xwe yên çandî didomîne.
Gotina îro li rojavayê Kurdistanê di navbera hikûmeta demkî ya Şara û hêzên kurd de tê gengeşekirin ev şîrove ye. Hikûmeta Sûriyeyê dixwaze desthilatiya xwe wisa ava bike, wek salên berî 2011an, salên di dema partiya Baasê û Bişar Esad de, ku hebûna kurdan wek ‘kurd’ nedihat pejirandin û ew wek ‘ereb’ di nav civaka Sûriyeyê de dihatin bicihkirin. Di wê demê de nasnameya gelek kurdan tunebû û ji bo wê nikarîbûn di nav civakê de xwe tev li xwendin, kar û xebatên din bikirana. Niha dewleta Sûriyeyê bi xêra xwe dixwaze êdî nasnameyekê bide wan û wan bike ‘ereb’ da ku bikaribin wek erebekî bijîn. Li gor daxwaza hikûmeta demkî ya Şara, divê kurd xwe tev li sazûman û ‘civaka ereb’ bikin.
Li vir du peyv derdikevin pêş: ‘civaka ereb’ û ‘civaka Sûriyeyê’.
Civaka ereb tê wateya ku her kesê li ser axa Sûriyeyê dijî dê wek ‘ereb’ bê binavkirin. Bi awayekî din li ser nasnameya ku hikûmeta Şara bide kurd, ermenî, asûrî, durziyan wê nijada wan wek ‘ereb’ were nivîsandin. Gava ev yek pêk were, ‘herkesê li ser axa Sûriyeyê dijî’ wê wek ‘ereb’ were dîtin û êdî pêwîstî bi nasîn û bicihkirina ‘mafên kêmeneteweyan’ namîne. Zarok li dibistanan tenê ‘bi erebî’ bixwînin, pirtûk ‘bi erebî’ werin weşandin, televîzyon, rojname ‘bi erebî’ bin û dewleta Sûriyeyê bibe ‘yek milet, yek al, yek ziman, yek ol, yek çand’ û evqas şerê hatiye kirin, têkoşîna hatiye dayîn, ciwanên jiyana xwe ji dest dane da ku bikaribin bi ziman, çand û nirxên xwe yên neteweyî bijîn, bi avê re biçin.
Li hember vê daxwaza hikûmeta faşîst a Şara aliyê kurd li ber xwe dide û dibêje, ‘Em naxwazin asîmîle bibin, em dixwazin entegre bibin’. Bi awayekî din, kurd dibêjin, ‘em parçeyek ji civaka Sûriyeyê ne, ne parçeyekî civaka ereb in’. Ev yek girîng e: ‘Em ne ereb in, em sûriyeyî ne’. Bi awayekî din, ‘Em li ser axa Sûriyeyê dijîn, lê em kurd in, em ermen in, em asûrî ne, em durzî ne û hwd’.
Li gorî pejirandina vê gotinê jî, divê Sûriye yan kanton bi kanton, yan herêm bi herêm yan jî belde bi belde ji nû ve xwe saz bike, yan jî were sazkirin. Li kîjan herêmê kîjan gel zêdetir dijî, ziman, çand, kevneşopî û nirxên gelêrî ê wê civakê li wir serdest bin. Mînak li wir dibistan perwerdeyê bi zimanê wê civakê bidin. Em mînakê zelaltir bikin: Ger li taxeke Efrînê kurd dijîn û ger li taxa din bi piranî ermen dijîn mînak û ger li taxa sêyemîn jî bi piranî asûr dijîn mînak, divê rewş çawa were nirxandin? Li giştiya Efrînê, zimanê dewletê wê erebî be lê ji bo niştecihên li van taxan rûdinin, divê karmendên bi zimanê niştecihên wê taxê dizanin kar bikin an wergeran bi kar bînin. Perwerdeya her taxê divê bi zimanê nişteciyên wê taxê be, ku li taxekê perwerde bi kurdî be, divê derseke erebî jî hebe û ji bo danûstandina xwe bi taxên din re bikin, divê derseke ermenî û asûrî jî hebe. Li taxa din ku nişteciyên din li wir rûdinin, perwerde bi ermenî be lê dersên erebî, kurdî û asûrî jî hebin. Bi vî rengî li her taxekê li gor zêdebûna niştecihên wê taxê sazûmaneke demokratîk, bînfireh, bitolerans û mafnas were bicihkirin. Hin kes dikarin bibêjin, ku çi pêwîstî bi ewqas cudakarî û pirrengîbûnê heye, hemû kes bi zimanekî biaxivin û ders bibînin hêsantir e. Ev jî nêrînek e lê vê nêrînê di şerê cîhanê yê duyemîn de cîhan da ber xwe û bû sedema kuştin û mirina bi milyonan kesan û navê vê nêrînê wek ‘faşîzm’ di dîroka mirovahiyê de cih girt. Niha li rojavayê Kurdistanê jî ev ‘faşîzm’ li ber xwe dide û naxwaze mafên kurdan û yên gelên din nas bike.
Hikûmeta demkî ya Şara (ku em dizanin Şara ji bingeha DAIŞê tê, zihniyeta herî faşîst, xwînxwar û nijadperest e û îro jî dixwaze li Sûriyeyê sazûmaneke bi şerîetê were avakirin û hemû gelan bike ereb û sûnî, divê ev yek qet neyê jibîrkirin, bi lixwekirina bedil û kravatê zihniyet nayê guhertin) dixwaze têkoşîna gelê rojavayê Kurdistanê ji bo azadî, wekhevî, demokrasî û mafên bingehîn daye bide aliyekî û gel vegerîne serdema Beşar Esad û bike parçeyekî nijada ereb û bi vê yekê xwe û zihniyeta xwe xurt bike.
Aliyê kurd niha bi rêyên aştiyane li ber xwe dide. Birêvebirên Rojava, yên HSDê, YPG û YPJê bi tevahî ku em wek aliyê kurd pênase dikin, li hember dek û dolabên hêzên emerîkî, ewropî gavek bi paş de avêtin, berdêla wê giran bû, lê niha li ser axa xwe, dixwazin rehên xwe saxlem berdin erdê û li hember tofanên bên, xwe bi axa xwe ve saxlem bigirin, da ku di siberojê de bikaribin hinek fêkî bidin gelê xwe.
Divê neyê jibîrkirin, ku hikûmeta demkî ya Şara bi destê MÎTa tirk û perspektîfên xayinê kurdan Birahîm Kalin û Hakan Fîdan tên birêvebirin, hemû gavên ereb bi ser kurdan de diavêjin di odeyên MÎTê de tên plankirin, Şara tenê wan gavan dixe pratîkê. Ji bo wê bila ti rayedarê kurd nebêje, ‘Ez ê di nav hikûmeta Şara de cih bigirim, bibim alîkarê Şara, bibim wezîrê hikûmeta Şara, bibim waliyê Şamê’, wateya tevlêbûna hikûmeta demkî ya Şara, tevlêbûna zihniyeta DAIŞê ye. Ger rayedarekî kurd, rayedareke kurd dixwaze di nav dewleta Sûriyeyê de meqam û mertebeyekê werbigire, bila xwe bike muxtarekî Kobanê, Qamişlo, Efrîn û Dêrikê ji bûyîna berdevk û wezîrê hikûmeta DAIŞê bi rûmetir e.


