Yekîtiya neteweyî

Di pîrozbahiyên cejna Newrozê de him gelê kurd ê her çar parçeyên Kurdistanê, him kurdên li derveyî welêt dijîn û him sazî, rêxistin û partiyên kurdan bi coş û dengekî hevbeş peyama «-«Yekîtiya...

1 deqe xwendin
Yekîtiya neteweyî

Di pîrozbahiyên cejna Newrozê de him gelê kurd ê her çar parçeyên Kurdistanê, him kurdên li derveyî welêt dijîn û him sazî, rêxistin û partiyên kurdan bi coş û dengekî hevbeş peyama «-«Yekîtiya Netewî» dan. Ji ber ku her kes û hêz dizane, birîna herî xedar û êşa herî dijwar a kurdan tunebûna yekîtiya netewî ye. Ger kurd karibin yekîtiya netewî saz bikin -Lê ji dil saz bikin- wê cîhan biheje. Sazûmana cîhanê serûbin bibe. Bi sazkirina yekîtiya netewî ya kurdan wê rewşa her çar dewletên dagirkerên Kurdistanê were guhertin, ev yek tê wateya veguhertina Rojhilata Navîn, gava Rojhilata Navîn were guhertin bandora wê yekser li ser Rûsya û Amerîkayê -her du hêzên emperyal- dibe, ku ev jî wê encamên xwe vegire gelemperiya cîhanê. Lê ji bo vê yekîtiya kurdan ferz e. Lê ne yekîtiya hin kurdan an hin beşên kurdan an hin partiyên kurdan. Bi rastî û ji dil yekîtiya giştiya kurdan -herî kêm yekîtiya kurdên ji bo azadiya kurdan û rizgariya Kurdistanê di demeke dîrokê de ked dane, bi mal, milk, can û