Yoav Gallant: Ji bo 'xapandinê' ye

Wezîrê Parastinê yê berê yê Îsraîlê Yoav Gallant şeva şemiyê di roportaja dayî televîzyona N12 de rexneyên tund li Serokwezîr Benjamin Netanyahu kir.

1 deqe xwendin
Yoav Gallant: Ji bo 'xapandinê' ye

Wezîrê Parastinê yê berê yê Îsraîlê Yoav Gallant derbarê operasyona 7ê cotmehê de hin agahî bi raya giştî re parve kir. Yoav Gallant derbarê daxuyaniyên Netanyahu de axivî û Netanyahû sûcdar kir . Gallant diyar kir ku Netanyahû têkildarî biryarên saetên ewilî yên operasyonê û helwesta di dema êrîşên 7ê cotmehê de, raya giştî xapandiye.

‘Derewan dike’

Di berdewama axaftina xwe de Gallant diyar kir ku belgeyên ji aliyê Netanyahu ve pêşkêşî dewletê hatine kirin, hewldaneke bi zanebûn a ji bo “xapandinê” ye û wiha got: “Min qet nedifikirî ku ez ê neçar bibim vê yekê di raya giştî de bêjim, lê serokwezîr derewan dike.”

Galland îdîayên ku dibêjin Netanyahu sihara 7ê cotmehê li dijî nêrînên saziyên ewlekariyê derketiye, red kir û da zanîn ku wê rojê saet 09.00an bi artêşa Îsraîlê re nirxandina rewşê temam kir û Netanyahu jî hîna negihiştibû biryargeha leşkerî ya li Tel Avivê û têkildarî mijarê ev tişt gotin: “Min îlan kir ku em di nava şer de ne, ji bo cîgir û yekîneyên rêkûpêk min fermana seferberiya tam da û min fermana li bakur û başûr bicihbûna lezgîn da. Serokwezîr ne li wir bû, lewma nikare xwedî li biryarên hatine girtin derkeve.”

Gallant destnîşan kir ku tiştên qewimîne ne tenê cudabûneke fikrî ya operasyonel e û pirsgirêka esas veguherî krîza ewlehiyê.