YRA: Di 2025an herî kêm 9 rojnamevan hatin kuştin
YRAyê ragihand ku li Sûriyeyê sala 2025an herî kêm 9 rojnamevan hatin kuştin, 15 rojnamevan birîndar bûn û nêzî 11 rojnamevan h

Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) têkildarî binpêkirinên ku di sala 2025an de li dijî rojnamevanan li Sûriyeyê hatine kirin, raporek weşand.
YRAyê got, "Piştî hilweşîna rejîma Baasê li Sûriyê, gelek guherînên cewherî yên siyasî rû dan. Bi hatina sala 2025an re Sûriye derbasî qonaxeke veguhêz bû ku bandoreke rasterast li rewşa mafên mirovan û azadiya derbirînê li tevahî Sûriyeyê kir."
YRAyê bi bîr xist bi hatina hikumeta demkî li ser desthilatê re, sûc û kiryarên li dijî mafên mirovan, bi taybet jî li dijî rojnamevanan, zêde bûn.
Di raporê de hate destnîşankirin ku di sala 2025an de di êrişên balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê, êrişên Îsraîlê û hêzên girêdayî hikumeta demkî û komên çekdar ên nenas de, bi kêmanî 9 rojnamevan hatine qetilkirin û zêdetirî 15 rojnamevan birîndar bûne.
YRAyê da zanîn ku 11 rojnamevan hatine girtin ku piranî ji aliyê hikumeta demkî ve hatin girtin.
YRAyê di dawiyê de banga parastina rojnamevanan kir.


