YRA û Navenda Metro dê bi hevre mafên rojnamegeran biparêzin

YRA û Navend Metro ya Parastina Mafên Rojnamevanan, ji bo parastina mafên rojnamegeran peymana hevkariyê îmze kirin.

1 deqe xwendin
YRA û Navenda Metro dê bi hevre mafên rojnamegeran biparêzin

Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) û Navend Metro ya Parastina Mafên Rojnamevanan a li Başûrê Kurdistanê ye, peymana hevkariyê îmze kirin. Peyman bi civîna capemeniyê ragihandin. Civîn li avahiya YRAyê ya li Qamişloyê pêk hat. Hevserokên YRAyê Evîn Xelef û Idrîs Abdulheman û serokê Navenda Metro ya Parastina Rojnamevanan Rehman Xerîb civîn lidar xist.

Di destpêka civînê de hevseroka YRAyê Evîn Xelef bixêrhatina serokê Navenda Metro Rehman Xerîb kir. Evîn Xelef şehîdên Rojava û tevahî şehîdên çapemeniyê bi bîr anî. Evîn Xelef, piştre peymana ku îmze kirine xwend. Evîn Xelef diyar kir ku li ser daxwaze YRA û Navenda Metro ji bo parastina mafên rojnamegeran, pêşxistina azadiya derbirînê, li seranserî Kurdistanê hevkarî û hevrêziya di navbera rojnamegeran de, bilindkirina asta pîşeyî û parastina mafên xebatkarên ragihandinê, peymanek di navbera her du saziyan de pêk hat.

Peymana YRA û Navenda Metro wiha ye:

Ji bo parastina azadiya derbirînê û ya çapemeniyê, her du alî dê her dem bi hevkarî û hevrêzî xwedî helwestên hevbeş bin. Pêşxistina jêhatiyên rojnamevanan bi rêya perwerde, komxebat û pevguhertina ezmûnên pîşeyî.

Xurtkirin û piştgiriya beşdariya li konferans û çalakiyên çapemeniyê û ji bo tevlêbûna YRA’yê nav rêxistinên rojnamegeriyê yên navneteweyî, destek were dayîn. Ji bo zelalî û piştgiriya azadiya bikaranîna agahiyan, bihêzkirina mafê rojnamevanan ê xwegihandina agahiyan.

Pêşîgirtina li gotarên nefret, nûçeyên derew, tundiyê û bi hev re ji bo xebata xurtkirina gotareke medyayî ya profesyonal ku li gorî sincên pîşeyî xizmeta berjewendiya giştî bike, bimeşînin.

Navenda Metro a Parastina Mafên Rojnamevanan piştgiriya pîşeyî ji bo YRA’yê peyda bike û hewl bide çavkaniyên zêde bi hevrêziya bi aliyên pêwendîdar re, li gorî derfetên berdest dabîn bike.”

Peyman ji aliyê hevserokên YRA’yê û serokê Navenda Metro Rehman Xerîb ve hat îmzekirin.

Piştî pirs û bersivan civîn bi dawî bû.