YRJ: Êrîş hewldana bêdengkirina dengê azad e
YRJê li dijî êrişa sîberî yên li dijî Ajansa Nûçeyan a Jinê (NÛJINHA) daxuyanî da û êriş wekî hewldanek ji bo bêdengkirina dengên azad ên ragihandinê nirxand.

Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) têkildarî êrişa sîberana ya li dijî Ajansa Nûçeyan a Jinê (NÛJINHA) daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê bi amadebûna bi dehan jinên rojnamevan hat xwendin.
Rojnamevan Avaşîn Hêlîn bi zimanê Kurdî û endama Koordînasyona YRJê Yara Mihemed bi zimanê erebî daxuyanî xwendin.
Rojnamevan Avaşîn Hêlîn anî ziman ku ew Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ), êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê (NÛJINHA) bi tundî şermezar dikin û got: “ Em wekî destdirêjiyek li ser azadiya çapemeniyê û mafê gihiştina agahiyan dibînin. Her wiha wekî hewldanek ji bo bêdengkirina dengên azad ên ragihandinê ku rastiyê vediguhêzin û dozên jin û civakê nîşan didan, dinirxîne. Êrişeke elektironîk li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê (NÛJINHA) pêk hat ku di encamê de hejmareke zêde ya nûçeyên bi zimanên Farisî, Erebî û Îngilîzî hatin jêbirin û weşandina nûçeyan ji bo demekê hat sekinandin, berî ku tîmên teknîkî dîsa karibin xizmetê vegerînin.”
Avaşîn Hêlîn da zanîn ku hedefgirtina saziyên ragihandinê bi rêya êrişên elektronîk, xetereyeke rasterast li ser xebata rojnamevaniyê ya pîşeyî ava dike û wiha axivî: “Armanca vê yekê astengkirina karê saziyên ragihandinê ye da ku rê li ber rênasandina nûçe û agahiyan ji raya giştî re bigirin. Koma ku berpirsyariya vê êrîşê girtiye ser xwe û xwe wekî “Handala” û “Eksena Berxwedanê” bi nav dike, gef li Kurdan, saziyên ragihandinê û rojnamevanan (jin û mêr) xwariye. Vê komê ragihandiye ku ewê êrişên xwe yên elektronîk berdewam bike û îdia kiriye ku agahî li ser malpera ajansê di destê wan de hene.”
Avaşîn Hêlîn destnîşan kir ku Ajansa Nûçeyan a Jinê (NÛJINHA) di daxuyaniya xwe de teqez kir ku ev êriş ne tenê teknîkî ye, daxwazeke siyasî ye ji bo bêdengkirina dengê jinan û çapemeniya serbixwe û wiha lê zêde kir: “Ajansê her wiha destnîşan kir ku tevî hemû gefan, ew ê xebatên xwe yên ji bo ragihandina dozên jinan, rûmeta rastiyê û parastina azadiya ramanê berdewam bike. Li ser vê bingehê, em piştgiriya xwe bi Ajansa Nûçeyan a Jinê (NÛJINHA) re û hemû xebatkarên wê re radigihînin. Em bang li aliyên peywendîdar û rêxistinên parastina azadiya ragihandinê dikin ku tedbîrên pêwîst ji bo parastina saziyên ragihandinê ji van êrişan bigirin û ji aliyên berpirsyar hesab bê xwestin. Em teqez dikin ku êrişên wiha nikarin rojnamevan û xebatkarên ragihandinê yên jin ji berdewamkirina peyama wan a pîşeyî rawestînin, berovajî vê yekê, ew ê biryardariya wan a ji bo parastina azadiya ramanê û mafê civakê yê zanînê xurttir bikin.”
Avaşîn Hêlîn herî dawî Ajansa Nûçeyan a Jinê her dem hewl dide ezmûnên jinan bide pêş, têkoşîna jinan a ji bo azadiyê bide belgekirin û ronahiyê bixe ser wan dengên ku ji aliyê romanên serdest ve têne piştguhkirin û wiha bi dawî kir: “Azadî ji bo ragihandina azad û li dijî hemû rêbazên ku hewl didin dengê rastiyê bêdeng bikin piştgirî bi Ajansa Nûçeyan a Jinê re.”


