Yucel Delek piştî 6 salan hat berdan

Yucel Delek ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin, piştî 6 salan girtî ma, hat berdan.

1 deqe xwendin
Yucel Delek piştî 6 salan hat berdan

Yucel Delek ku bi hinceta di salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de beşdarî çalakiyekê bû hat girtin, piştî 6 salan girtî ma, hat berdan. Delek ku ji Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê derket, li ber girtîgehê ji aliyê malbata xwe û endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ve hat pêşwazîkirin.