Zabihullah Mujahîd: Di şerê Îran û DYAyê de em ê piştgirî bidin Îranê
Berdevkê Hikûmeta Talîbanê Zabihullah Mujahîd li ser şereke pêkan yê Amerîka û Îranê axivî û diyar kir ku di navbera Amerîka û Îranê de şer biqewime hikûmeta wan dê piştgiriyê bide Îranê

Berdevkê Hikûmeta Talîbanê Zabihullah Mujahîd di 15ê Sibata 2026an de beşdarê Radyoya Îranê ya bi zimanê peştûnî weşanê dike, bû. Mujahîd li ser şereke pêkan yê Amerîka û Îranê axivî û diyar kir ku di navbera Amerîka û Îranê de şer biqewime hikûmeta wan dê piştgiriyê bide Îranê. Berdevkê Hikûmeta Talîban Mujahîd da zanîn ku hikûmeta wan ev helwesta xwe wek sozeke teqez nedana Îranê.
Zabihullah Mujahîd got ku ew naxwazin di navbera Amerîka û Îranê de şerek derkeve, ji bo wê piştgirî didin muzakereyên li ser bernameya nukleerî ya Îranê. Zabihullah Mujahîd aşkera kir ku ew girîngiyê didin diyalogê û îdia kir ku Îran di şerê 12 Rojan ê hezîrana 2025an de bi ser ket, Îsarîl û Amerîka têk çûn.
Zabihullah Mujahîd destnîşan kir ku şereke din jî derkeve dê dîsa Îran biserkeve. Li gorî Zabihullah Mujahîd ev derfetê Îranê heye. Hikûmeta Taliban êrişên Îsraîl û Amerîkayê ya li dijî Îranê şermezar kiribûn.
Ji ber meshebê şiî û sunî rageşiya di navbera rejîma Îranê û Hikûmeta Talîbanê de didome. Îran şiîtiya 12 Îmaman esas digire, Hikûmeta Talîban mezhebê sunî esas digire. Ev jî rageşî û nakokiya nava her du aliyan kûr dike. Lê piştî Talîban li Afganistanê bû desthilat û şûn ve hevkariya her du hikûmetan pêş ket. Wezîrê Karên Derve yê Hikûmeta Talîbanê Mevlevî Emir Han Muttakî û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî û heyeta pêre li Kabilê civiyan û hevdîtin kirin. Di hevdîtinê de mijara koçberên Aganistanê û ewlehiya sînorê hevpar girtin dest. Abbas Arakçî di dema serdanê de serokê Hikûmeta Talîbanê Mohammad Hassan Akhund re jî hevdîtin pêk anî.


