Zarok bûn mêvanê Mala Dengbêjan û li kilaman guhdarî kirin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya Hefteya Turîzmê de ji bo zarokan çalakiyek watedar li dar xist. 260 zarok bûn mêvanên dengbêjan û bi kilaman dilşad û kêfxweş bûn.

Şaredariya Bajarê Mezina Amedê ji bo zarokan çalakiyên watedar ên çand û hunerî pêk tîne. Şaredarî armanc dike mîrateya çandî di dilê zarokan de şîn û geş bike. Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ku di çarçoveya çalakiyên Hefteya Turîzmê ya 15-22yê Nîsanê de ev çalakî ji bo zarokan pêk anî. 260 xwendekarên piçûk bi çîrokên dengbêjan re gihîştin hev.
Ji bo zarok di warê çand û hunerî de hişmend bibin û bizanibin, ev çalakiya rûbirûnê hate lidarxistin. Xwendekar ango zarokên li Zarokistan û Kreş û Malên Lênihêrîna Rojane perwerde dibînin, bi rêveberiya mamosteyên xwe di kolanên dîrokî yên navçeya Sûrê de meşiyan û çûn bûn mêvanê Mala Dengbêjan.
Di çalakiyê de xwendekaran guhdariya dengbêjan kir û li ber kilaman kêfxweş û dilşad bûn. Di çalakiyê de qala çand û hunera Kurdî û çanda dengbêjiyê ji zarokan re hate kirin.


