Zarok, şer û trawma

Li Rojava, zarokên ku malên wan hatine rûxandin û mecbûr mane koç bikin, her roj bi vê bêewlehiyê re rûbirû ne û ev rewş geşedana wan a asayî radiwestîne.

1 deqe xwendin
Zarok, şer û trawma

Şer û pevçûnên çekdarî di dîroka mirovahiyê de her tim wekî karesatên herî mezin hatine pênasekirin; mexdûrên herî bêparastin ên vê pêvajoyê jî her tim zarok in. Di salên dawî de, bi taybetî li rojavayê Kurdistanê, zarok hem bûn şahidên şer, hem jî rasterast bûn hedefa êrişên fizîkî û derûnî. Ev rewş, li gorî daneyên zanistî ne tenê trawmayeke demkî ye, ew di kesayetiya zarokan de dibe sedema hilweşîneke bingehîn. Zarokên ku li Rojava di bin siya şer de, di nav koçberiyê de û di bin tirsê de mezin dibin, bi birînên derûnî yên wisa re rûbirû ne ku dê bandora wan gelek salan berdewam bike.

Trawmaya şer

Trawma di bingeha xwe de, hilweşîna pergala parastina derûnî û têkçûna hevsengiya wê ya hundirîn e. Gava em behsa zarokên di nav şer de dikin, em behsa travmayeke “kompleks” dikin. Ev cureyê trawmayê ne bûyerek e ku diqewime û diqede; ew bêhtir pêvajoyeke dijwar e ku di bingeha xwe de tirs, wendahî, birçîbûn û bêçaretiyeke kûr vedihewîne. Li gorî lêkolînan, şer ji bo zarokan tê wateya wedakirina “cihê ewle”. Cîhana ku berê di çavên zarokan de bi lîstok û parastina dê û bavan hatibû xêzkirin, bi destpêkirina şer re dibe qadeke xetere û nediyar. Li Rojava, zarokên ku malên wan hatine rûxandin û mecbûr mane koç bikin, her roj bi vê bêewlehiyê re rûbirû ne û ev rewş geşedana wan a asayî radiwestîne.

Bandora trawmayê

Bandora şer li ser zarokan li gorî temenê wan diguhere, lêbelê di her qonaxê de wekî rûxandinekê diyar dibe. Zarokên di temenê piçûk de (serdema pêşdibistanê), hestên xwe bêhtir bi rêya laş û reftarên xwe nîşan didin. Zarokên ku di nav şer de dijîn, nîşaneyên paşveçûnê (regresyon) nîşan didin; bi vî rengî tevgerên wekî tilîmêtin, bixwedemîztin û tirsên ji nişka ve li ba wan dubare dibin. Di van bertekên wisa de zarok hewl dide vegere wê dema ku xwe tê de ewle hîs dikir. Di temenê dibistanê de, trawma bêhtir di nav lîstok û têkiliyên civakî de xwe nîşan dide. Zarokên ku bûn şahidên şer, di lîstokên xwe de şer û kuştinê dubare dikin. Ev ne tenê lîstokek e; ew, hewldanek e ku mejiyê wan wê rûdana trawmatîk “fêhm bike” û ji bin barê wê derkeve.

Gava ev hest nayên birêvebirin, zarok bi pirsgirêkên wekî Nexweşiya Stresê ya Piştî Trawmayê (NSPT) û depresyonê re rûbirû dimînin ku ev yek di nifşên nû yên Rojava de wekî metirsiyeke mezin tê dîtin.

Nasnameya birîndar

Travmayên li herêmên wekî Rojava ne tenê takekesî ne, travmayên wisa “kolektîf” in. Wateya vê ev e ku hemû civak bi hev re trawmatîze dibe. Gava dê û bav bixwe di bin barê giran ê şer de dinalin, êdî nikarin ji bo zarokên xwe bibin sîwaneke ewle. Ev rewş dibe sedema “trawmaya duyemîn”. Zarokekî ku dibîne bavê wî bêçare ye yan jî diya wî di nav xemgîniyeke kûr de ye, hîmên xwe yên ewlehiyê wenda dike. Ji bo zarokên kurd ên li Rojava, ev rewş bi nasnameyê re jî girêdayî ye. Tirs û zextên li ser ziman û çandê, trawmayê hîn kûrtir dikin; bi vî rengî zarok di temenekî biçûk de bi pirsên giran ên li ser hebûn û tunebûnê re rûbirû dimînin ku ev di pêşerojê de dibe sedema biyanîbûneke kûr.

Rêyên başbûnê

Ji bo ku ev birînên kûr werin dermankirin, gava herî pêşîn avakirina jiyaneke normal e. Her çiqas li rojavayê Kurdistanê, ji ber xetereya êrişên berdewam, peydakirina vê asayîbûnê gelekî zehmet be jî, pispor hewl didin bi rêya lîstik, huner û rêbazên nûjen ên derûnnasiyê qadekê ji bo îfadekirina hestên zarokan ava bikin. Mebesta van hewldanan ew e ku bîranînên trawmatîk di mejî de ji nû ve werin sazkirin, da ku barê wan ê hilweşîner ê li ser jiyana zarokan sivik bibe.

Divê em bizanibin ku zarokên Rojava ne tenê “mexdûr” in, ew di heman demê de xwedî hêzeke mezin a berxwedanê ne. Lê ev berxwedan barê wan sivik nake. Heta ku şer û pevçûn bi dawî nebin, her hewldana derûnî dê nîvco bimîne. Şopên şer heger di derûniya zarokan de neyên dermankirin, dibe ku di siberojê de bibin hincetên tundiyê. Ji bo ku nifşên nû yên Rojava di nav aştî û tendirustiya derûnî de mezin bibin, pêdivî bi piştgiriyeke navneteweyî û avakirina herêmên parastî heye. Zarok ne amûrên polîtîkayê ne; ew bingeha mirovahiyê ne û parastina wan, parastina siberoja me hemûyan e. Divê her saziyek û her kesek xwe li hemberî ruhê birîndar ê van zarokan berpirsiyar bibîne.

ÇAVKANÎ

Dildar, A. (2016). Zarok, Şer û Trawma. Psychology Kurdî, 1(1), 3-9.

Erden, G., & Gürdil, G. (2009). Savaş Yaşantılarının Ardından Çocuk ve Ergenlerde Gözlenen Travma

Tepkileri ve Psiko-Sosyal Yardım Önerileri. Türk Psikoloji Yazıları, 12(24), 1-13.

Irmak, Z., & Piyal, B. (2023). Savaş ve silahlı çatışmalarda çocuk sağlığı. Sağlık Akademisyenleri Dergisi, 10(4), 689-695.

Kay, M. A., & Ünver, G. N. (2025). Savaşın Çocuklar Üzerindeki Etkileri: Afrika’da Çocuk Hakları Bağlamında Bir İnceleme. Adıyaman Üniversitesi Sosyal Bilimler Enstitüsü Dergisi, (51), 741-773.

Kizilhan, J. Î. (2016). Hevpeyvîn: Psychology Kurdî, 1(1), 10-15.

Maşallah, B. (2017). Ji Trawmayê Ber bi Başbûnê ve. (Wer., Ardîxan Zêdo), Psychology Kurdî, 1(2), 5-8.