Zarok û zaroktî
Zarok û zaroktî du peyvên hêja ne ku belkî em gelek caran li civatan bînin ziman, gotûbêjan bikin û lê bikolin. Bêguman zarok li her cih û warî hene. Her wiha gelek sedemên çêkirina zarokan hene.

Zarok û zaroktî du peyvên hêja ne ku belkî em gelek caran li civatan bînin ziman, gotûbêjan bikin û lê bikolin. Bêguman zarok li her cih û warî hene. Her wiha gelek sedemên çêkirina zarokan hene. Mirov ji bo ku zêde bibin, hêzdar bibin, yan tehma dê û bavtiyê derxin, ji bo dewama navên xwe, ji bo alîkariya kar û barên xwe û bi gelek sedemên curbicur zarokan çêdikin. Zarok û jiyana zarokan ji çêbûna wan heta mezinbûna wan bûye mijara civakan û welatan. Hebûna wan, nebûna wan, nexweşiyên wan, mirina wan û geşedana wan her tim bûye mijara nîqaşê. Ev nîqaş jî bi xwe re têgiheke mîna zaroktiyê derxistiye holê. Zaroktî ew têgih e ku divê em gelekî serê xwe pê biêşînin. Lê beriya ku em rewşa zaroktiyê fam bikin, hewce ye ku em rewşa zarokan ji duh heta îro hinekî ta û derzî bikin.
Heta serdema navîn zarok di nav jiyanê de wek endamên malê nedihatin hesibandin. Rast an şaş gelek sedemên vê çîrokê hene. Ji ber ku şer zêde bû, nexweşî zêde bû, xela hebû, koçberî hebû û jiyan zehmet bû û zarokan nikarîbûn li ber van bayên xezebê li ber xwe bidin û mixabin an dimirin an jî di nav şert û mercên dijwar de li ser piyan diman. Ji ber van qewimînan li hin cihan nav jî li zarokên xwe nedikirin û heta ku mezin dibûn. Wexta ku zarok heta 6-7 saliya xwe dihatin êdî nav jî li wan dikirin û wek endamekî malê dihesibandin. Êdî karbeşî dikirin di nav hev du de û ew zarokên 6-7 salî jî dibûn xwedî kar an berpirsiyariyekê. Carinan şer dikirin, carinan dibûn sermiyanên malê û carinan jî dibûn mîrê civaka xwe. Gelo di nav me kurdan de çawa bû? Mixabin ne cuda bû û heta demeke nêzîk jî ev tiştên wisa diqewimîn. Jixwe şer ji welatê me kêm nebûye û zarok her tim dibin qurbanên herî bêguneh. Heta 15-20 sal berê jî ji ber nexweşiyê, ji ber bêderfetiyê, ji ber karên zehmet ku jinan dikirin 4-5 zarokên dayikan ji ber wan diçûn. Hin ji wan zarokên xwe dikirin pişta xwe û ji şeveqa xwedê heta êvarê dixebitîn, navên zarokên xwe yên mirî ne, li zarokên xwe yên dijîn dikirin. Hin malbatan ji ber tirsa mirina wan zarokan nasname ji zarokên xwe re dernedixistin. Xwarin kêm bû, xizanî zêde bû û nexweşî belav dibû. Yên sax û binav diman êdî ne zarok bûn, ew karkerên malê bûn, kevanî bûn yan jî sermiyan bûn. Ji van qewimînan jî diyar e ku zarokan ji duh heta îro bi gelek tiştên nexweş re rûbirû mane û malbat jî ji ber gelek sedeman derd û kulê zarokên xwe kişandine.
Piştî rewşa zarokan ya bi giştî êdî hêja ye ku em li dû bersiva çend pirsan bikevin. Gelo fikrên wan, xeyalên wan, hêviyên wan tune bûn? Gelo ji xeynî jiyîna wan qîmeta tiştekî din tune bû? Erê ji bo civakê jîrbûna wan beriya her tiştî dihat. Gelo xizanî bû yan nezanî bû ew nêzîkatiyên me? Derheqê hunerên wan yên hişî, zimanî, derûnî, kesîtî de hestiyarî tune bû. Ji bo wan a muhîm saxmayîna zarokan bû û piştre jî hêza wan ya fizîkî û berpirsiyarên wan ên civakî bû. Lê piştî bi sedan salan dem û dewran guherî helbet. Gelek guherîn çêbûn ji duh heta îro. Şer kêmtir bû li gor berê, xwarin zêde


