Ziman û nasname

Di navbera ziman û nasnameyê de têkiliyeke dînamîk, kûr û herikbar heye. Ziman bingeha herî bingehîn a hebûna mirovî ye. Parastina her zimanekî di heman demê de parastina cureyekî taybet ê dîtina cîhanê û rûmeta mirovî ye. Civakên ku xwedî li zimanê xwe derdikevin, di heman demê de xwedî li rabirdû û dahatûya xwe derdikevin.

1 deqe xwendin
Ziman û nasname

Ziman di jiyana mirov û civakan de xwedî roleke bingehîn e û her wekî amûreke ragihandinê ye, bingeha avakirina nasnameyê ye jî. Mirov di nav cîhaneke watedar a ku bi rêya ziman tê afirandin de ji dayik dibe. Ev qada watedar, şêweya têkiliyên mirovî û têgihîştina cîhanê diyar dike. Ji dema jidayikbûnê pê ve, mirov bi rêya ziman ê ku wekî navbeynkarekî çandî û civakî tevdigere, kesayetî û nasnameya xwe ya taybet ava dike. Ziman mîna neynikekê ye ku sînorên têgihîştina mirov a li ser cîhanê û xwe xêz dike. Di vê pêvajoyê de, hebûna mirov wekî ‘sujeyeke axêver’ di nav têkiliyên nav-sujeyî de teşe digire. Heta ku mirov bikaribe cîhana xwe ya hundirîn bi rêya zimanî bîne ziman, ew dikare hebûna xwe bi wate bike û bi vî awayî hişmendiya xwe ya cewherî bi dest bixe. Di vekolînên felsefî de ziman her tim wekî çalakiyeke afirîner tê dîtin ku hebûna mirov di nav civakê de diyar dike. Zimanê mirov sînorên kesayetî û nasnameya wî ye û ev pêvajo bi rêya çalakiya axaftin û guhdarkirinê, di nav diyalogeke berdewam de pêk tê.

Ji aliyê derûnî ve, parastina zimanê mîrateyê ji bo takekes xwedî girîngiyeke mezin e. Dema ku mirov ji zimanê xwe yê dayikê dûr dikeve, ev rewş dibe sedema krîza nasnameyê û ew hesta ‘yê din’ di nav civakê de kûr dike. Jaspal (2009) di lêkolînên xwe de balê dikişîne ser stratejiyên ku mirov li hemberî gefên li ser nasnameyê bi kar tînin. Mirov hewl didin bi rêya ziman hesta taybetmendiyê û bixwebaweriyê biparêzin. Di asta civakî de ziman wekî nîşaneyeke aîdiyetê tevdigere ku koman bi hev ve girêdide û sînorên di navbera komên cuda de xurt dike. Ev nîşaneya aîdiyetê carinan wekî nasnameyeke sembolîk jî tê dîtin. Mînak, di doza neteweperweriya gallî (Wales) de tê dîtin ku mirovên bi zimanê gallî naaxivin jî, vî zimanî wekî sembola herî mezin a cudahiya xwe ya ji îngilîzan diparêzin. (Galler, herêmeke li başûrê rojavayê Brîtanyayê ye ku gelê wê xwedî koka keltî ye û zimanê wan ê resen gallî (Welsh) ye.) Her wiha, ziman dikare nasnameyên bin-çandî ava bike ku tê de ciwan bi rêya bikaranîna zimanekî taybet, xwe ji komên serdest an jî ji nifşên mezin vediqetînin.

Her zimanek wekî hafizeyeke kolektîf tecrûbeyên hezaran salan ên civakan di nav xwe de vedihewîne. Şertên avhewayê, taybetmendiyên erdnîgarî û bûyerên dîrokî rasterast bandorê li ser ferhenga zimanekî dikin. Kapagan (2021) balê dikişîne ser vê yekê ku her civak tecrûbeya xwe ya dîrokî di nav peyvan de vedişêre. Bo nimûne, di zimanê erebî de ji bo peyva ‘dewe’ û di zimanê eskîmoyan de ji bo peyvên ‘berf û qeşayê’ bi sedan peyvên cuda hene û ev rewş nîşan dide ku ziman çawa bi jiyana rojane û tecrûbeyên dîrokî re girêdayî ye. Ziman dîrokê ji dubarekirinê derdixe û wê dike çalakiyeke hişmendî. Wendabûna zimanekî wendabûna vê hafizeyê bixwe ye. Dema ku zimanek dimire, çand, dîrok û nasnameya wê civakê jî tûşî metirsiya tunebûnê dibe ku ev pêvajo di lîteratûra akademîk de wekî ‘zimankujî’ tê binavkirin.

Dema ku em li rewşa zimanê kurdî dinihêrin, polîtîkayên ‘tirkkirin’ê yên netewe-dewletê hewl dane nasnameyeke yekpare ya li ser bingeha zimanekî tenê ava bikin. Qedexeyên qanûnî yên wekî qanûna hejmara 2932yan ku heta sala 1991ê axaftina bi kurdî li cihên giştî qedexe dikir, bandoreke giran li ser pêvajoya asîmîlasyonê kiriye. Ev zext û qedexe bûn sedem ku nasnameya kurdî bêhtir ‘polîtîze’ bibe û li hemberî asîmîlasyonê berxwedaneke xurttir a li ser hîmê sembolên etnîk derkeve holê. Dewletê zimanê kurdî wekî gefekê li ser yekîtiya neteweyî dît û ji ber vê yekê perwerdeya bi zimanê dayikê hîn jî wekî pirsgirêkeke mezin li pêşiya kurdan e. Tevî ku piştî sala 2012an mafên mîna dersên bijartî hatin dayîn jî (bi awayekî sembolîk), astengiyên burokratîk û girtina saziyên zimanî yên piştî sala 2016an pêvajoya geşedana zimanî lawaz kiriye. Ev rewş di heman demê de bandorê li ser derfetên wekhev ên perwerdeyê jî dike û dibe sedema neheqiyên civakî.

Têkiliya ziman û olê jî beşeke din a girîng a avakirina nasnameyê ye. Zimanên pîroz ên wekî erebî, îbranî û latînî di formeke din de tên parastin da ku pîroziya metnên dînî û yekîtiya bawermendan ji guhertinan were parastin. Belavbûna baweriyan bi rêya van zimanan pêk tê û parastina van zimanan dibe sedema xurtbûna hesta yekîtiya dînî. Mînak, di îslamê de erebî wekî zimanê wehyê xwedî statuyeke taybet e û ji bo parastina rastiya peyama dînî, zimanê erebî yê klasîk bi sedsalan bêyî guhertin hatiye parastin. Bi heman awayî, îbranî ji bo parastina nasnameya dînî ya cihûyan roleke sereke lîstiye û piştî sedsalan wekî zimanekî neteweyî hatiye vejîn. Parastina van zimanan her wiha prestîj û xwegihandina zanînê di destê polên dînî de dihêle ku ev yek bandorê li sazûmana desthilatdariya civakî jî bike.

Di navbera ziman û nasnameyê de têkiliyeke dînamîk, kûr û herikbar heye. Ziman bingeha herî bingehîn a hebûna mirovî ye. Parastina her zimanekî di heman demê de parastina cureyekî taybet ê dîtina cîhanê û rûmeta mirovî ye. Civakên ku xwedî li zimanê xwe derdikevin, di heman demê de xwedî li rabirdû û dahatûya xwe derdikevin. Polîtîkayên zimanî yên berfireh û dadmend ji bo aştî û hevjiyana civakên pirçandî hewcedariyeke pêwîst e. Ziman mafekî mirovî yê bingehîn e û parastina wî berpirsyariyeke kolektîf e ku rasterast bandorê li ser azadiya fikr, raman û rûmeta jiyana mirovan dike.

Çavkanî

Caminal, R., Di Paolo, A., & Ferrer-i-Carbonell, A. (2025). Bilingual education and identity. BSE Working Papers, 1495.

Clots-Figueras, I., & Masella, P. (2013). Education, language and identity. The Economic Journal, 123(570), F332-F357.

Coşkun, S. (2014). Dil-Düşünce ve Dünya İlişkisi Bakımından Öznellik, Bireysellik ve Kimlik. Kaygı. Bursa Uludağ Üniversitesi Fen-Edebiyat Fakültesi Felsefe Dergisi, 23, 87-102.

Jaspal, R. (2009). Language and social identity: A psychosocial approach. Psych-Talk, 1(64), 17-20.

Kapağan, E. (2021). Kültür, tarih ve kimlik açısından dilin önemi. Karabük Türkoloji Dergisi, IV, 49-58.

Sargın, M. (2025). Dil ve kimlik: Bireysel ve toplumsal yönleri. Social Science Development Journal, 10(49), 139-148.