126’emîn salvegera rojnamegeriya kurdî
Di serdema ku rojnameya Kurdistanê dest bi weşanê dike da, rûmeta rojnameyan gelek zêde dibe.

Di serdema ku rojnameya Kurdistanê dest bi weşanê dike da, rûmeta rojnameyan gelek zêde dibe. Hecî Qadirê Koyî yê ku di gelek çavkaniyan de wekî mamosteyê zarokên malbata Bedirxaniyan tê nîşandan, zêde li ser girîngiya rojnameyan rawestiyaye.
Rojnameya pêşîn a bi kurdî Rojnameya Kurdistanê ye. Wek hemû rojnameyên cîhanê, rojnameya Kurdistanê jî piştî pêvajoyeke dûr û dirêj a di qada çapemeniyê da karibûye derkeve pêşberî xwendevanan. Ji bo ku baştir mijar bê fêmkirinê pêwîst e em bi gelemperî li ser dîroka çapxane, çapemenî û rojnamegeriyê hin agahiyan bidin.
Gelo dema ku Mîqdad Mîdhet Bedixan dest bi weşana rojnameyê dike, atmosfera welêt û ya cîhanê çawa bûne? Li gor rewşa ku em li vir dibînin, em dikarin bibêjin ku rojnameya kurdî bi sed salan piştî rojnameyên cîhanê derketiye holê. (Kaya, 2010:13) Bi kurtî mirov dikare bibêje ku derengmayîna derketina rojnameya kurdî girêdayê bi gelek mercan ve ye. (Hasanpour, 2005:275) Wek pêşketina teknîkî û hin îcadan. Her îcadek jî ji hin pêwîstiyan derdikeve holê. Wek mînak heta îcada nivîsê çênebûya dê rojname jî derneketana. Nivîs di destpêkê da ji bo pêwîstiya hev agahdarkirinê wek wêne li Misrê dertê holê. Piştê nivîsê kaxiz, piştê îcada kaxiz îcada çapxaneyê jî çênebûya dîsa rojname dernediketin. Çapxane di sala 1440’an da li Almanyayê ji aliyê Johann Gutenberg ve hat îcad kirin. Li gorî Emîr Hasanpour cara pêşîn di sedsala duyem da, li Çînê çapxane hatiye îcadkirin. (Hasanpour, 2005:276) Rojnameya pêşîn jî nêzî du sed salan piştî îcada çapxaneyê li Almanyayê di sala 1609’an da bi navê Avisa, Relation oder Zeitung derket. (Dilgeş, 2017:14) Dîsa li Almanyayê li bajarê Kolnê, di sala 1610’an da bi navê Wurdige Zeitung rojnameyek derket. Piştî Almanyayê li Holandayê jî di sala 1619’an da bi navê Nieuwe Tijdinghe rojnameyeke din dest bi weşana xwe dike.
Li Birîtanyayê (London) rojnameya pêşîn bi îngilîzî di sala 1622’yan da bi navê The Weekly News From Îtaly and Germany derket. Li Fransayê di sala 1631’an de, rojnameyekbi navê La Gazette ji aliyê Théophraste Renaudot ve tê derxistin ku wek rojnameya pêşîn a xwedî taybetiyên rojnameyên îroyîn tê qebûl kirin. Li Îtalyayê (Roma) rojnameya pêşîn di sala 1640’î de, bi navê Gazeta Puplica derketiye. Li Polonyayê jî di sala 1661’an de rojnameya pêşîn dertê. Li Amerîkayê rojnameya pêşîn nêzîkê sed sal piştî Almanyayê di sala 1704’an da dest bi weşanê dike.
Împaratoriya osmanî wek gelek kar û barên nûjen yên din li hember bikaranîna çapxaneyê jî gelek astengiyan derxistiye. Cara pêşîn rojnameyek bi navê Takwîm-î Waqayî di 1831’ê de, wek rojnameyeke fermî ji aliyê dewletê ve hatiye derxistin. Piştî wê di sala 1840’î da ji aliyê William Churcilê (?-1864) ku hemwelatiyê Birîtanyayê ye, ve Cerîde-î Hawadîs tê derxistin û di şerê Kirimê (1854) da ku di navbera Dewleta Osmanî û Dewleta Rûsî da ye, cara pêşîn rojnamevaniya qada şer derdikeve. Di sala 1860’î da, ji aliyê Agah Efendî (1832-1885) ve Tercuman-î Ahwal hatiye derxistin ku wek rojnameya pêşîn a ji aliyê


