17 jin û zarok hatine revandin

Li hin bajarên Sûriyeyê yên wekî Laziqiyê, Hums, Swêda, Tartûs û Hemayê, bûyerên windakirin û revandina bi zorê yên bi destê çekdaran rû didin.

1 deqe xwendin
17 jin û zarok hatine revandin

Li hin bajarên Sûriyeyê yên wekî Laziqiyê, Hums, Swêda, Tartûs û Hemayê, bûyerên windakirin û revandina bi zorê yên bi destê çekdaran rû didin.

Li gorî raporên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, herî kêm 17 jin û zarok winda bûne û çarenivûsa wan ne diyar e.

Di 4ê nîsanê de çekdarên nenas di navbera taxên El Sebîl û El Beyadiye de li Humsê girte ser malekê û malbatek (5 kes) revandin. Heta niha aqûbeta wan ne diyar e.