300 dîlgirtiyên di destê Hikûmeta Şamê de hatin berdan
Komeke dîlgirtiyên ku ji 300 kesan pêk dihat, ji aliyê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve hatin berdan û gihîştin bajarê Hesekê.

300 dîlgirtiyên di destê Hikûmeta Demkî ya Şamê de bûn, hatin berdan. Di van kêliyan de şêniyên Hesekê û malbatên dîlgirtiyan li Çerxerêya Sebax a bakurê Hesekê ew pêşwazî kirin. 300 kesên ku ji bajarên Hesekê, Qamişlo, Kobanê, Efrîn, Dêrazorê, Şedadê û Helebê gihiştin Hesekê. Ew kes di demên berê yên êrişên hêzên artêşa Tirk û komên giredayî wê de li dijî herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatibûn girtin û hin jî di van êrişên dawî de hatine girtin. Di merasîma pêşwazîkirinê de Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed, Cîgirê Fermandarê Ewlekariya Hundirîn ê Hesekê Mehmûd Xelîl û fermandara Asayîşê Nesrîn Ebdullah, digel hejmarek kesayetên herêmî, rûspiyên bajêr û rêvebirên Rêveberiya Xweser amade bûn.
Li beramberî wê, Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi rêya Hêzên Ewlekariya Hundirîn hejmarek girtî radestî hikûmeta demkî ya Sûriyê kirin. Ev girtî di şerên dawî de hatibûn girtin. Cîgirê Fermandarê Ewlekariya Hundirîn ê Hesekê Mehmûd Xelîl ragihandibû ku îro saet di 13.00an li bajarê Hesekê – Çerxerêya Sebaxê – 300 dîlgirtî di çarçoveya hewldanên çareserkirina pirsgirêka girtiyan de hatin berdan.
Berdana vê koma dîlgirtiyan di çarçoveya bicihanîan bendên peymana 29ê Çileyê ya navbera HSDê û hikûmeta demkî de ye. Şênî hêvî dikin ku qonaxên din dê berdana bêtir dîlgirtiyan û vegerandina kesên winda yên mayî bo malbatên wan di nav xwe de bigirin.


