31 roj e dorpêça li ser Kobanê dewam dike
Dorpêça li Kobanê di roja 31an de didome

Kobanê 31 roj in dibin dorpêçek giran deye. Şêniyên Kobanê jî banga vekirina rêyan û gihandina alîkariya mirovî ji bo bajêr dikin. Dorpêça li ser Kobanê bûye sedema xirabûna rewşa zêdetirî 600 hezar sivîlan li bajêr û gundewarên derdora wê. Rê girtî ne, derfet nayê dayin xwarin û pêdiviyên bijîşkî derbas bibin.
Nexweşxane ji ber kêmbûna dermanan, bi taybet ji bo nexweşiyên kronîk û rewşên awarte, bi derfertên herî kêm dixebitin. Berdewamiya dorpêçê dê bibe sedema zêdebûna rêjeyên nexweşî û kêmxwarinê, bi taybet di nav zarok û extiyaran de. Ev dorpêçkirin bûye sedema kêmbûna pêdiviyên germkirinê ku êşa şêniyan, bi taybet di kamp û stargehan de, girantir kiriye.


