Dûran Kalkan: Di 1ê Gulanê dê xwedî li pêvajoya were derketin

Dûran Kalkan der barê 1ê Gulanê de wiha got: “Em di wê baweriyê de ne ku di 1ê Gulanê de xwedî li pêvajoya Banga Aştî û Civaka Demokratîk were derketin.”

1 deqe xwendin
Dûran Kalkan: Di 1ê Gulanê dê xwedî li pêvajoya were derketin

Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan beşdarî Bernameya Taybet a li Televîzyona Medya Haberê bû û li ser 1ê Gulanê Roja Karker û Kedkarên Cîhanê axivî.

Hevpeyvîna bi Dûran Kalkan re bi vî rengî ye:

Belê 1ê Gulanê nêz dibe. Em ê bi taybetî di demek wisa de li qadan jinan, karkeran, kedkaran, ciwanan û gelan bibînin. Di rewşa şer di divê çawa nêzîkî 1ê Gulanê bibin? 

Di serî de 1ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran li karkeran, kedkaran, jinan, ciwanan, gelê me û dostên me pîroz dikim. Ev 1ê Gulanê girîng e. Her tim 1ê Gulanê girîng bûn. Bi rastî em lê binêrin, Yekîtiya Sovyetan hilweşiya, gelek dewletên ji xwe re digotin sosyalîst hilweşiyan, partiyên ji xwe re digotin sosyalîst û komînîst hilweşiyan, belav bûn, biçûk bûn û bandora wan nema. Lê 1ê Gulanê ma û jiya. 1ê Gulanê ji pîrozbahiya xwe tu tişt winda nekir. Divê mirov vê rastiyê bibîne. Demekî 1ê Gulanê bi temamî bi wan ve ne girêdayî ye. Belê di nav wan de bû lê taybetmendiyên wê yên cuda hene. Ne rewşekî ku bi dewlet û desthilatdariyê re girêdayî ye. Girêdayî têkoşîn û şehîdan e. Girêdayî karker û kedkaran e. Bûye tevgera çînê. Ne tevgera partî yan jî dewlet û desthilatdariyê ye. Ne partiya sosyalist e. Tevgera mirovan a sosyalist e, tevgera kedkar û karkeran e. Tevgera hişmendiya sosyalist e. Ji ber vê yekê her tiştê girêdayî dewlet û desthilatdariyê hilweşiya, belav bû, lê tişta bi girêdayî gel, kedkar û karkeran hilneweşiya. Em vê yekê bibinin, ji ber ku pir girîng e. Divê em 1ê Gulanê wiha fêm bikin. Divê em 1ê Gulanê wekî yek jî nirxên sosyalist ên herî mezin bibinin û xwedî derkevin. Ev yek jî palpiştên bingehên ê sosyalîzma demokratik e. Sosyalîzma demokratik vê dîrokê esas digre. Divê em vê rastiyê bibinin. Yek jî girîngiya 1ê Gulanê, Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27ê Sibata 2025an xwedî lê hat derketin. Weke ku referandûma wê bangê hat kirin. Belê bang di dawiya sibatê de hat kirin, par jî adar, nîsan û gulan hat jiyîn, lê ne bang ne jî pêvajoya ku ew rê lê vekir, ji aliyê mirovan ve zêde nehatibû fêmkirin. Kêmaniya têgihîştinê hebû. Nêzîkatiyên teng hebûn. Cewhera wê zêde nehat dîtin. Weke netêkoşînkirinê hat fêmkirin, mirov ne rehet bûn. Ev yek di civaka kurd de, di jinan de jî çêbû. Di hêzên sosyalist de çêbû, di dostên me de çêbû. Her kes pirs kir bê ka çi dibe? Ev ne tîştekî xirap bû. Wisa be tê dîtin ku meşekî çav girtî tune ye, meşekî bi hişmend heye, meşekî bi îrade heye. Dilsoziya bi Rêber Apo re, ne girêdanbûna bi berjewendî û derfetekî ye, girêdanbûna bi armancekî re ye, girêdanbûna bi jiyana nû re ye. Ev zehmet jî be, bi dayîna ber çav, girêdanbûna armancê îfade dike. Ew rewş, vê yekê aşkere kir. Divê lome nekin. Em ketin sala duyemîn a bangê. Adar, nîsan û gulanê bi tevahî salekî derbasbûyî, jin, kurd, hêzên sosyalist û çep, gel, mirovahî di çi astê de Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo û li ser vê bingehê manifestoya Rêber Apo fêmkiriye, çalakiyên di biharê de hatin kirin, nişan da. Me dî serî de got ya referandûmek çêbû. Referandûma Banga Aştî û Civaka Demokratîk bû, 8ê Adarê referandûma jinan bû, Newroz referandûma kurdan bû. 1ê Gulanê jî referandbûma karker û kedkeran e, dibe ku bibe referandbûma çep û sosyalist e, referandûma mirovahî. Wê bibe nîşaneya ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk û manifestoya wî ku li ser vê bingehê hat pêşxistin, çiqas hatiye fêmkirin. Ji ber vê yekê girîng e. Em wekî tevger girîngiyê didin. Jin, ciwan û kurd girîngî didinê û divê wisa jî be. Çiqas girîngî bi 8ê Adarê û Newroza 2026an dabin, divê ewqas girîngî bi 1ê Gulanê bidin. Di vê 1ê Gulanê de jî referandbûma jin û kurdan, biguherînin referandbûma sosyalîzma demokratîk. Divê ji bo ku veguherînin referandûma mirovahiyê kar bikin. Li ku derê bibin bila bibin, kurd, jin û ciwanan divê wekî 8ê Adarê û Newrozê xwedî li 1ê Gulanê derkevin û qadan tijî bikin. 1ê Gulanê li ser bingeha hebûn û azadiya kurdan, azadiya jinan, wekî ceja bingehîn a sosyalîzma demokratik pîroz bikin û wekî roja têkoşînê bi bîr bînin. Çawa di 8ê Adarê û Newrozê de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û şert û mercên xebîtîna azad qiriyan û xwedî lê derketin, di 1ê Gulanê de jî divê di heman astê de xwedî lê derkevin. Ya rast ev e. Me çiqas sosyalîzma demokratik ku xeta veguherîna hebûnê ji bo azadiyê ye fêm kir, çiqas xwedî lê derdikevin, wê di 1ê Gulanê de bê dîtin. 1ê Gulan wê bibe nîşaneya vê. Helbet wê her tiş bi pîrozkirina rojekî re nebe, lê ew jî girîng e. Em dibêjin referandûm yanî bibe rewşekî ku her kes bibine. Yek jî êrişên hovane hene, şer hilweşînê tîne ji bo her kesî. Li Îranê, li Libanê, 35 sal in li her derê Rojhilata Navîn çêbû. Kurd vî şerî her zêde jiyan kirin. Hemû gelên Rojhilata Navîn jiyan dikin. Jin, zarok, mirovahî di rewşa hilweşîner de ne. Hemû nirxên ku ew afirandine, tune dibe. Li aliyê din, di vê nuqteya ku em hatine de, pergala modernîteya kapîtalîst tenê wiha êrişî mirovan nake, êrişî xwezayê ku dergûşa wan e dike. Xwezayê jî ji qirkirinê derbas dike. Li Kurdistanê jî, li her derê jî wiha ye. Yanî niha li cîhanê êrişekî wekî talana endîsturalîzmê di tu demên dîrokê de nebû. Mirovahî qet ew qas bi dergûş û xwezaya xwe re nakok nebû, biyanî nebû û dijber nebû. Yanî hat vê astê. Rêber Apo got ji bo zêra kulmek çiyayekî mezin tune dikin. Xwezayê tune dikin, hawirdorê tune dikin, bingehên jiyanê tune dikin. Têgîhiştina ekolojik girîng e. 

Rêgeza bingehîn a  sosyalîzma demokratik bi azadîxwaziya jinan, civaka exlaqî û polîtîk, civaka demokratik re ekolojiya civakî, hevsengiya bi xwezayê, xwedîderketina nirxên xwezayê, nehiştina xirakirina xwezayê û veguherdina vê ji bo hişmendî û çalakiyê ye. Rêber Apo got ku têgihiştina herî bingehîn a azadiyê, têgihiştina ekolojik e, têgîhiştina jiyana bi hevseng a xwezayê re ye, hemû têgihiştinên azadiyê yên mirovan di serî de azadîxwaziya jinan, ji ber vê têgihiştina azadiyê ye. Pê re hevseng e, li ser bingehê wê ye. Ji ber vê yekê, di vê 1ê Gulanê de jî li dijî êrişên xirakirina xwezayê divê bi têgihiştina ekolojîk xwedîderketinek çêbibe. Divê 1ê Gulanê veguhere têgihiştina vê jî. Ji ber vê yekê jî pir girîng e. Li her derê Kurdistanê, Tirkiyeyê rabûnên li dijî HESê hwd. hene. Di asta herêmî de, gundî, jin, mirov li ber xwe didin, lê nikarin asteng bikin. Divê li dijî êrişa pergala desthilardar û dewletê, bi awayekî topyekûn li ber xwe bidin û li ser lingan bimînin. Divê têkoşîn bê kirin. 

Divê 1ê Gulan bibe roja ku em van hemû pêk bînin û xwedî lê derkevin. Heja ye ku van wateyan hemû hilbigire, ev hez û taybetmendiya wê heye. Di dîroka nêz a hatî jiyankirin de, dema ku gelek nirxên sosyalîzmê ket rewşeki dûrketinê, 1ê Gulanê berevajî her tim li ser piyan ma. Her tim di têgihiştina karker, kedkar û gelan de ma, her tim xwedî lê hat derketin. Wekî roja têkoşînê, wekî cejna kedkaran hat pîrozkirin. Em di wê baweriyê de ne ku di 1ê Gulanê de ev têgihiştin xurtir bibe, di heman demê de xwedî li pêvajoya Banga Aştî û Civaka Demokratîk were derketin. Ez li ser vê bingehê carek din 1ê Gulanê li her kesî pîroz dikim.