39 partiyên siyasî: Hin alî dixwazin têkiliya kurd û ereban xera bikin

39 partî û hêzên siyasî yên li Sûriyeyê diyar kir ku hin alî dixwazin derbeyê li têkiliyên kurd-ereban bidin û gotin: “Parastina van têkiliyên dîrokî berpirsiyariyeke neteweyî ye.”

1 deqe xwendin
39 partiyên siyasî: Hin alî dixwazin têkiliya kurd û ereban xera bikin

Partî û hêzên siyasî yên li Sûriyeyê daxuyanî dan û destnîşan kirin ku herêm di pêvajoyeke pir xeternak re derbas dibe û bi fikareke mezin hewldanên ji bo xerakirina têkiliyên Ereb Kurd dişopînin.

Partî û hêzên siyasî di daxuyaniyê de diyar kirin ku tiştê niha rû dide ne nakokiyên xweber an jî şatiyên ferdî ne û gotin: “Ev di çarçoveya siyasetên plankirî de tên kirin. Dixwazin rastiyan berovajî bikin û bûyeran li gorî xwe bi kar bînin da ku baweriya di nava pêkhateyan de têk bibin.” 

Partiyan di daxuyaniyê de destnîşan kirin ku ezmûna Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îsbat kir ku tevî hemû astengiyan jî jiyana hevbeş û hevkariya siyasî û civakî di nava ereb û kurdan û pêkhateyên din de ne rewşeke awarte ye, lê pêdiviyeke dîrokî ye. Ji lew hêzên mezin vê yekê derbe dikin ku sefeftina vê hevkariyê li dijî planên wan gefên rasterast in.

Partiyan hişyarî li ser gotinên tehrîdkirinê û nefretê û hewldanên kişandina kolanê ber bi şerekî ve da. Ji ber ku ev yek eniya hundirîn, li şûna hevgirtinê, lawaz dike.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku gurkirin û mezinkirina nakokiyên biçûk di vê dema hesas de rasterast xizmeta dijminên îstîqrarê dike û kesên berpirsiyar ji hêla siyasî û exlaqî ve ji her encamên cidî yên ku dibe ku çêbibin berpirsyarin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku pêdiviya qonaxê bi xîtabeke berpirsiyar, helwestên zelal û hişmendiyeke siyasî heye, parastina mozaîka civakî û têkiliyên ereb-kurdî û parastina jiyana hevbeş berpirsiyariyeke neteweyî ye. Hişmendiya siyasî xeta yekemîn a parastinê li hember her hewldanên têkbirina çarenûsa gele.

Partî û hêzên siyasî yên ev daxuyanî îmze kiriye:

1-  Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)

2-  Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)

3-  Partiya Kesk a Demokrat

4-   Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê

5-   Partiya Lîberal a Kurd li Sûriyeyê

6-   Partiya Komunîst a Kurdistanê

7-    Partî Demuqratî Kurdistanî-Sûrî

8-   Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûriye

9-   Partiya Çep a Kurd li Sûriyê

10-  Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê

 

11-  Partiya Sûriyeya Pêşerojê

12-  Partiya Guhertina Demoqrat a Kurdistanê

13-  Tevgera Nûjen a Kurdistanê-Sûriya

14-  Yekitiya Karkerên Kurdistanê (YKK)

15-  Heyet El Weteniye El Erebiya (Desteya Nîştimanî ya Erebî).

16-  Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyeyê

17-  Partiya Rêkeftina Demokrat a Kurdî li Sûriyê

18-  Partiya Çaksazîyê-Sûriye

19-  Partiya Asûrî ya Demokrat

20-  Partiya Biratî ya Kurdistanê (PBK)

21-  Partiya Roj a Demokratîk li Sûriyê

22-  Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)

23-  Kongra Star

24-  Partiya Muhafizkaran

25-  Partiya Têkoşîna Demokrat

26-  Şepêla Pêşeroj a Kurdistanê

27-  Partiya Demokrat  a Kurdistanê-Rojavayê Kurdistanê

28-  Partiya Guhertina Demokratîk

29-  Partiya Yekitiya Suranî

30-  Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanê

31-  Partiya Yekitiya Demokrat a Kurdî li Sûriye (Yekitî)

32 - Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (Partî)

33  - Tevgera Çepir a Şoreşgerî li Sûriyeyî

34-   Partiya Sûraya ya Demokrat

35   -Partiya Muhafezkarên Kurdistanê

36-   Partiya Kombûna Sûrî ya Demokratîk

37-   Şepêla Sûrî ya Demokratîk

38    -Partiya Guhertinê û avakirina Sûriyeyê

39  -Partiya Yekitiya Ermenî