40 sal in xelas nebû 400 salên din jî xelas nabe
Dewletên dagirker li gor stratejiya partiyên siyasî li Kurdistanê odeyên fikrî vedikin û karê xwe dikin.

Dewletên dagirker li gor stratejiya partiyên siyasî li Kurdistanê odeyên fikrî vedikin û karê xwe dikin. Ji 1999’an ve dewleta tirk bi hemû awayî xebat kiriye ku şer ji bakurê Kurdistanê bîne Başûr ku statûyeke kurdan li wir heye. Yanî bi tîrekê du nîşana bike hedef. Ji 2000 û 2001’an û şûnde gerîla hatin Başûr bicih bûn ku bêhaydariya PDK-YNK’ê karekî wiha negihaye encamê. Û ji sala 2000 û şûnde şer li başûrê Kurdistanê berdewam dike. Wan xwestin ku hêza PKK’ê weke partiyên siyasî yên rojhilatê Kurdistanê bixin bin rikêfa xwe û di kampên îzolekirinê de bicih bikin, lê rêberên PKK’ê daxwazeke wiha nepejirandin. Ev jî bû sedem ku hereketa siyasî-sivîl a bakurê Kurdistanê bihêztir bibe. Armanceke din a dewleta Tirkiyeyê ew e ku piştî 2003’yan û şûnde ku defaktoya ku li Iraqê û başûrê Kurdistanê durist bûye, nemîne. Wê yekê Tirkiye xistiye nava rewşeke pir xerab û zêdetir ji berê bi metirsiyên tevgera kurd a di bin pêşengiya PKK’ê de hesiyaye.
Pirsa duyemîn û gelek stratejîk ji hemû welatên herêmê, Ewropa û Amerîkayê ev e “Hêla veguhestina enerjî an jî wize an jî petrol û gaz ji bo Ewropa ye”. Yanî ‘ji hêla geşepêdana havçerx“ ku ji girê Meleqe destpêdike tê bo kendava erebî an jî fars, ji wir ji bo başûrê Iraqê, ji wir jî ji bo Kerkûk û Telefer, Şengal, Heleb û Hesekê û piştre digihije derya naverast ku qirarê li sala 2030’an bê dawiyê. Ew proje weke “hêleke altunî an jî zêrîn” Asya bi Ewropa bi hev re girêdide. Dema ev proja dîrokî û mezin bi ser bikeve hemû planên dewletên dagirker li dijî kurdan vala derdikevin. Binêrin dema artêşa dagîkera tirk tê herêma Berwarî û Bala tenê bi leşkerên xwe ve nayê, belkî ekîpên ji mihendisên erdnasî û bisporên neft û gazê jî tevî wan hene û di deqeyên piştî dagîkirinê de bi amrazên modern li bîrên neftê û gaze digerin û lêkolînê li ser hemû rûberê axa dagirkirî dikin. Ji ber ku di vê rewşa îro de aboriya Tirkiyeyê pir xerabe û bûye sedema kirîzeke siyasî-aborî li dijî desthilata AKP-MHP’ê. Ew bêrawestan dixebitin ku kanên petrolê li cihên dagirkirî peyda bikin û bi wan dewlemendiyan jî dixwazin têkeliyên xwe bi Ewropa re bihêztir bikin. Sedema ku nexwestin di hilbijartinên şaredariyan de Şirnex nekeve destê DEM Partiyê jî meremeke wiha ye ku li herêmê bîr û kanên petrolê peyda kirine. Niha li herêma Berwarî Bala jî li pey wê armancê ne. Ew dixwazin bi behaneya PKK’ê wê hêlê bixin jêr kontrola xwe û pêre jî bendên Mîsaqê Millî jî cî bi cî bikin. Lê ev weke xeyalekê ye û tenê bo mesrefa naxweyî a Tirkiyeyê bikar tînin. Yanî bi wê perwerdeya kemalîst û bêbingeke dîrokî dixwazin xewnên sultanên osmanî û Mistoyê Kor bi bîra civaka xwe bînin. Xewnên ku êdî kurd nahêlin ji sedî yek jî bê cî bicîkirin.
Proja Tirkiyeyê ew bû ku hêla petrolê ji Azerbaycanê bîne û ji Tirkiyeyê ber bi Ewropa derbas bike, lê ji ber zêdegavî, gefên li dijî Yekîtiya Ewropa, tehdîdên li dijî Yunan û Qibrisê, fikir-ramanê îslamistên radîkal, axaftinên a-polîtîkane yên Erdogan, sûdstandina ji faktora penaberên ku bi rêya Tirkiyeyê dişandinEwropa û hevkariya bi DAIŞ’ê re di dema berxwedana Kobanê zilhêzên amerîkî-ewropî bi meremên qirêj yên rayedarên tirk hesandin. Ji ber van sedeman ew proje têk çû. Hêla nû ya ku min li jor behs kir pêngaveke stratekîj a DYA, Ewropa û herwiha Israîl jî weke hêzeke mezin a herêmê ye. Di vê navê de sedemên vê yekê jî gelek hene ku pêwîst bû hemû aliyê siyasî li Kurdistanê sûdekî pir mezin jê bistadana, lê heta niha tenê li dijî hev diaxivin û hev û din tawanbar dikin! Yanî mijûlahiyeke zarokane bi hinek lîstikên ku paşerojê yê agirê zirar-ziyanên wê mala hemû kurdan wêran bike, layîqî partiyên mezin li welatê me nîne. Divê rewş baştir bê analîzkirin û stratejiyeke nûdem û li ser esasê daxwazên gelê bê darijadin. Çimkî Tirkiye wê hêla hêzê gelek bi zirara xwe dizane û baş pêhesiyaye ku ger ew proje ser bigire kurd jî yê bibine xwedî pergaleke gelek bihêz û mezin li hêrêmê Rojhilata Navîn. Ji ber ku divê proja girîng de petrola Kurdistanê jî heye. Qirar û biryar jî ji kevn de li ser berjew


