Li Rojava çanda kemîna stratejik
Hêza cemidandî û stratejiya xapandinê-kûrahiya stratejîk a di bin bêdengiya rûyê avê de

Şer û pevçûnên dawî yên li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî paşvekişîna Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (HDS) ji herêmên mezin ên wek Reqa û Dêrazorê, di analîzên leşkerî yên kevneşopî de bi têgehên wek “têkçûn” an “şikestina giran” nayê ravekirin. Ev pêvajo ne devjêberdana qadê ye; berevajî, ew paşvekişîneke stratejîk a bi zanebûn e û pêkanîna çanda kemînê ye ku li ser doktrîna “hêza cemidî” hatiye avakirin.
Diyardeya ku di hevkêşeya Sûriyeyê de tê dîtin, li ser têgeha “kemînên stratejîk” ava dibe. Çanda kemînê îdarekirina hewldanan e ku li ser derengxistina pevçûnên rasterast, xapandin, westandina bi berpirsiyariyê û komkirina hêza asîmetrîk ava dibe. Ev çarçove hem dînamîkên hêza wekaletî rave dike û hem jî bi taybetî tevgerên dijber ên bi Tirkiyeyê re têkildar dike.
Doktrîna “Hêza Cemidî” parastina kapasîteyê û xewleke stratejîk
Kevirê bingehîn ê çanda kemînên stratejîk, parastina kapasîteya leşkerî ye. Ev tê wateya ku hêz bi awayekî kontrolkirî tê paşvekişandin, ne ku bi temamî were tunekirin; ew heta derfetên konjonkturî yên pêşerojê tê parastin û diparêze.
Paşvekişîna HDSê ji Reqa û Dêrazorê ne ji ber xurtbûna hêzên dijber e; berevajî, ew encameke bi zanebûn a kêmasiyên konjektorî, taqtîkên diyarker û kirdeyên serwext e. Serneketina HTŞ û hevkarên wê li van herêman (ku tu alav û amûrên girîng bi dest nexistine) nîşan dide ku HDSê berê tedbîrên xwe bo xetên ewle girtibûn û xistibûn meriyetê.
Ev doktrîn ji aliyê wekaletên hêza vekêş (DYAyê) ve jî rastiyek e; li şûna tunekirina hêzan, ew wek “hêzeke alîkar a cemidî” tê hiştin (mîna şûrê Demoklesê yê li ser sifrê). Dema ku wexta wê bê, ew dikare careke din derkeve qadê. Bi vî awayî, hêza cemidî hem bandora xwe ya kemînî diparêze, hem yekparetiya îdeolojîk û motîvasyonel diparêze û bêyî zirareke mezin a rasterast wek xwe dimîne. Ev rewş ji herdu aliyan re jî avantajeke stratejîk diafirîne û xetên sor ên stratejîk bi rêya taqtîkan dimeşîne.
Mekanîzmaya xapandinê û bêhêzkirina hêzan
Çanda kemînê stratejiyeke westandinê ya rasterast naşopîne; berevajî, bi neçariyeke dijber li ser qadeke berfireh belav dibe. Ev yek bi têgihîştina klasîk a “kûrahiya stratejîk” re têkildar e. Li şûna bidestxistina qadeke berfireh, devjêberdana qadê tê pejirandin û bi dayîna qadê re xeyala “serkeftinê” li hêzên dijber diafirîne ku dixe nav xefikeke nedîtbar.
Veguhestina berpirsiyariyê (barê îdarî, aborî û ewlehiyê, bi taybetî têkoşîna heyî) rasterast derbasî hêza dijber dibe. Ev bar potansiyela wê heye ku çavkaniyên desthilata nû bi lez vala derxîne û bi alozî û gengeşiyên heyî re mijûl bike.
Guhertina hedefan û komkirina hêza heyî, aktorên dijber di wê têgihîştinê de dihêle ku “kontrol hatiye sazkirin” bifikirin, lê di rastiyê de hêza kemîngir pir motîvekirî li benda derfetên stratejîk dimîne. Di vê navberê de hêza miqabil bi çavkaniyên xwe ve tê helandin û rêya çanda kemînê bi xwe re ava dike.
Bi vê mekanîzmayê, têgihîştina Carl von Clausewitz a “siyaset wek berdewamiya şer bi rêgezên din” serobino dibe; li vir siyaset dibe hinceta şerê destkeftiyan ku tê paşxistin.
Dînamîkên dijber û stratejiya Tirkiyeyê li hember çanda kemînê
Her hêzeke bi pîvan dikare bi hêzeke bêpîvan were têkbirin. Tevgera Tirkiyeyê li Sûriyeyê wek operasyoneke stratejîk a sîstematîk li dijî plana çanda kemînê ya HDSê û bi taybetî stratejiya DYAyê tê şîrovekirin.
Astengkirina meşrûiyeta dîplomatîk a HDSê bi pêwendiyên rasterast ên dîplomatîk û ewlehiyê yên bi desthilata nû ya Sûriyeyê re, armanc dike ku rewşa “li bende” ya HDSê biguherîne û derketina wê ya siyasî ya paşerojê tune bike. Lê mixabin, ev meşrûyet bi dengvedana her çar parçeyên Kurdistanê re, ku bi yekdengî bû ahenga serhildaneke bi helwest, yekîtiyeke niştimanî û dengekî xwebawer û bi hêz, hat afirandin.
Operasyonên ku ji aliyê MİTê ve tên kirin, armanc dikin ku “mêjiyê” hêza cemidî (pêkhateyên fermandarî û serkirdayetiyên krîtîk) bêkêr bihêlin. Nîşana vê yekê jî ew e ku bi lez û bezeke tirsnak, nêrîn û perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan têne berovajîkirin û kêm nîşandan.
Hêzek dikare were cemidandin, lê gava sîstema wê ya damarî were tunekirin, ew tenê dibe bermayiyeke cemidî ya bêbandor û bêhêz.
Ev nêzîkatiya Tirkiyeyê jî “lêdana pêşwext” e ku di warê klasîk de wek “dîplomasiya serwext” tê binavkirin.
Bêdengî pevçûneke derengmayî ye
“Bêdengiya” heyî ya li di qada navneteweyî de ne ji ber hewldanên aştiyeke mayînde ye; ew qonaxeke bêdengkirina stratejîk e ku tê de alî hev dinirxînin, çavkaniyên xwe kom dikin û rewşê dişopînin.
Çanda kemînê bi nakokiyên stratejîk bi dawî nabe; rewşa heyî dirêj dike, qadê teng dike û bi avantajeke asîmetrîk digihîne asta herî bilind. Lê serkeftina dawî ya vê stratejiyê bi hêza aktorên kemîngir, bi kêliya çareseriyê û bi veguherandina qadê (rewşa siyasî, leşkerî û civakî) ve girêdayî ye.
Tirkiye û desthilata navendî ya nû, heta ku ji destê wan bê, çanda kemînê ya HDSê bi yekbûna siyasî, avakirina rewatiyê û xurtkirina hêza leşkerî lewaz bike-da ku hêza cemidî neçar bimîne bi gavên nestratejîk û taqtîkên geleborî ji hev bela wela bibe. Wekî din, di vê rawestgeha stratejîk de tenê qonaxa amadekariyê û nîşandana hêzê dibe, û di bahozeke nû de derbas dibe.
Li gor vê çarçoveyê, têkoşîna li Rojava û Sûriyeyê ne tenê bi çavên şerên taqtîkî yan yên wekaletî, lê bi rêya çanda kemînên stratejîk ên ku HDS datîne û bi rê ve dibe, baştir tê fêmkirin. Ev çand ku bingeha wê ji “hêza cemidî” tê û xwe dispêre şerê 50 salî ku hatiye meşandin, hem ji aliyê teorîk û hem jî pratîkî ve şerekî kûr bi ceribandinên bi bandor didomîne.
Çavkanî:
2- https://kurmanci.anf-news.com/rojava-sUriye/-207641
3-https://serbestiyet.com/featured/rojavada-stratejik-daralma-dengeler-ve-gelecek-senaryolari-229918/


