Komara Mahabadê û pêşeroja Rojava

Em vegerin ser mijara paradoks a tarî. Pirs ev e, ‘Komara Mahabadê çima hat rûxandin?’ Bersiva wê rewşa îro ya kurdan û mecbûriyeta li pêşiya kurdan nîşan dide. Bersiva pirsê, ji bo kurdan derseke mezin e!

1 deqe xwendin
Komara Mahabadê û pêşeroja Rojava

Serdema êrişên çeteyên DAIŞê yên li dijî kurdan, di çapemeniya cîhanê de, nûçeyên “Li Tirkiyeyê bazirganiya jinên kole” dihatin weşandin. Ev qêrînek bû. Di 1999an de, dema karkerên ji Tirkiye û welatên Asyayê, weke “koleyên spî” çûne Ewropayê, ev qêrîn dihat bihîstin.

Bêguman, di navbera her du cureyên koletiyê de cudatî heye. Sîstema kapîtalîst her dem koletiyê diparêze. Di şerê cîhanê yê 1ê de, li ser nexşeyan erdnîgarî hatin parvekirin, navê van parvekirinên axê jî kirin netewe-dewlet. Hingî axa Kurdistanê di navbera Îngilîstan û Fransayê de parve kirin û çar dewlet ava kirin. Kurd, van dewletan weke dewletên ‘’tempon“ bi nav dikin. Ewropî jî van dewletan weke “manda“ bi nav dikin. Mînaka baş Suriye ye. Dema Fransa di 17ê nîsana 1946an de ji Suriyeyê derket, gelên li herêmê ev roj bi gotina, ‘’derketina ji welat, ‘Îd al-Jala‘“ bi nav kir û weke cejnê pîroz kir. Dîsa jî Suriye weke ‘manda’ya Fransayê dihat dîtin.

Bi formulasyona netewe-dewletan, di burokrasiya sîstema kapîtalîst de guhertinek teknîkî, teorîk û pratîkî hate kirin. Ev guhertin jî kolonîzekirin bû. Lê ya balkêş ew bû ku navê wan jî kirin cemahîr- cumhur-repûblîc! Bi gotina Edward Saîd, ‘’despotîzma oryantal” ava kirin! Di vê guhertina kolonîzator de; atolyeyên îşeyên “krîpto“mal ava kirin. Niha krîpto rojnamevan, krîpto siyastemedar, krîpto dîrokzan, krîpto rewşenbîr-hace zêde hene. Bi rêya wan krîptoyan jî mejiyê civakan tevlihev dikin. Tevgera Azadiya Kurdî û pêşengê wê Rêber Apo, têkoşîna fizîkî kir û têkoşîna zanistî bi pêş xist.

Mînak Rêber Apo got; ‘’Dîrok di roja me de veşartî ye, em di destpêka dîrokê de veşartî ne!“ Vê gotinê, hem keleha atolyeyên krîptoyan zanîngehên Tirkiyeyê, hem siyaseta otorîter û înkarê, hem asîmilasyon û burokrasiya otorîter mehkûm kirin.

Bêguman, ev sîstemek paradoksal e, dehşetengîz e, ji demokrasiyê dûr e û mînakên herî baş Tirkiye û Sûriye ne. Li Tirkiyeyê piştî têkçûna berxwedana Şêx Seîd, kurd li bakurê Kurdistanê di gora betonî de hatin metfûnkirin. Li Suriyeyê jî; rejîma faşîst a BAASê-Esad, bi xeta 10an, kurd weke saxên mirî hiştin. Her du kiryar, bi hiş û mohra wêrankarî, teror, cihêkarî û fesadiya nijarperestiyê hatin kirin. Ev mohr, doktrîna koleyan e. Mafê jiyanê jî ji wan re nehiştin.

Em vegerin ser mijara paradoks a tarî. Pirs ev e, ‘Komara Mahabadê çima hat rûxandin?’ Bersiva wê rewşa îro ya kurdan û mecbûriyeta li pêşiya kurdan nîşan dide. Bersiva pirsê, ji bo kurdan derseke mezin e!

Piştî şerê cîhanê yê 2yemîn, Mahabad jî di nav de, bi desteka Rûsyayê gelek dewletên biçûk-mezin hatin avakirin. Yek ji desteka mezin ku Rusyayê dida, şoreşa li Kubayê bû. Amerîka û Ewropa, zor li dewleta Rûsyayê dikirin ku desteka ji bo van dewletan rawestîne. Di encama bazarên qirêj de, Rûsyayê desteka dida Komara Mahabadê jî rawestand. Komara Mahabadê têk çû, lê krîza navbera Rûsya û Amerikayê ya li ser şoreşa Kubayê bi dawî nebû. Krîz zêde dom kir û giha radeya ku şerekî nukleerî bidin destpêkirin. Lê Komara Mahabadê û piştre jî, Kurdistana Sor bûn qurbanê van bazarên qirêj.

Di 1962yan de, Wezîra Karên Derve ya Amarîkayê Prof. Dr. Condoleza Rice, ku ji aliyê amerîkaniyan ve weke ‘’Condî“ dihate binavkirin, ev rastî aşkere kir.

Lê ev mafê gerdûnî, mîna di desthilatdariya taşeron a HTŞê ku li Suriyeyê hate danîn, car din aşkere bû ku sîstema ‘’tempon“, yan jî ‘’manda“ dewam dike. Lewma, rewşek mîna ya Komara Mahabadê, li

Rojhilata Navîn heye. Ev jî pirsgirêka li Îranê ye. Di pirsgirêka Îranê de Amerîka, Îsraîl, Ewropa aliyek in; Îran, RÛsya, Çîn û Bakurê Koreyê aliyek in.

Tirkiye jî, di vê serdemê de, şerê li dijî Îranê bi kar tîne û dixwaze Amerîka, Îsraîl û Ewropayê razî bike, bazarekê li ser destkeftiyên kurdan bike; hem Rojava, hem Şingalê û hem başûrê Kurdistanê tune bike.

Cîhan, bi taybetî Ewropa dizane ku kurdên li Rojava, şerê demokrasî û femînîst kirin: ji aliyekî ve mirovahî ji belaya terora çeteyên DAIŞê rizgar kirin, ji aliyê din ve modeleke modern û mînak ava kirin.

Di demekê de ku kurdên li Rojava, bi zanistiyek dîrokî û felsefeyek sîyasî û civakî dixwazin, di çarçoveya hiqûqa gerdunî de li erdnîgariya xwe hukumran bin; dewleta Tirkiyeyê û desthilatdariyên paşverû yên li Rojhilata Navîn, dixwazin kurdan duçarî “mirina reş“ bikin. Ev jî tê wateya ku mirin, qirkirin û enfalê demokratîze dikin.

Krîpto intelijansiya Tirkiyeyê, mîna Komara Mahabadê, Rêveberiya Xweser a Rojava jî, bi gotina “mînîskul dewlet” bi nav dikin û dixwazin heman aqûbetê bikin pratîkê. Divê kurd, bi yekrêzî û argumanên sedsala 21ê koletiya jinên li bazaran hatin firotin, tirsa Ewropayê ya ji terora çeteyan, goristanên hatine jibîrkirin bînin bîra Amerîka, Ewropa û her kesî.