Pergala ‘Îmam Cûma’ diheje

Nave gotarê kêmekî problem e. Ji ber ku navê welat ne diyar e. Her wiha tayê pembû serî firandin, yanî serî jêkirin. Hostatiyek û pisporiyeke pir nazik û zirav dixwaze.

1 deqe xwendin
Pergala ‘Îmam Cûma’ diheje

Nave gotarê kêmekî problem e. Ji ber ku navê welat ne diyar e. Her wiha tayê pembû serî firandin, yanî serî jêkirin. Hostatiyek û pisporiyeke pir nazik û zirav dixwaze. Lê bi wetaya serîqutkirin, fizîkî xwîn av nîne, ev serîfirandin siyasî, ferhengî, exlaqî, bîrdozî û her wiha dîrokî ye.

Welatê Îranê ji peyva Aryenîk tê, yanî welatê Aryen. Navê Îranê bi pêşniyaza Hîtler û konsolê alman ê Îranê di sala 1937’an de bi Şahê Îranê yê wê demê dide qebûlkirin. Wateya din jî Îran bi faşîzma Hîtler vî navê wek nîjada Arî werdigire û Şahê Îranê demek şûnde xwe wek Şahê Şahan îlan dike. Yanî îdeolojiya nasyonal a Hîtler xwe dike nûnerê nijada Aryen an jî îranî.

Îrana îro bêguman ne ji serpêhatiya dîroka xwe û ne jî tenê bi nijadekê nikare bê pênasekirin. Lê di sed sala 20’emîn de îdeolojiya netew-dewletê ji ber feresata yek ziman, yek milet, yek ol û yek dewlet li cîhanê bi pêş diket. Li Îranê jî Şah Riza Xan, netewetiya yek miletî, nasnameya farsîzmê; bi rengê yek olî şîatî, bi rengê dewletê jî ya farsan bû. Êdî li Îranê dê her tişt li gorî nasnameya farsîzm û şîagertiyê jinûve bihat pênasekirin. Li ser vê rewşê hemû formên dîrokî, çandî û serpêhatiya gelên Aryen bi navê farsîzmê ve hatin dîzaynkirin.

Nivîskarê pirtûka Siyasetname (sedsala 11’emîn) Nîzam-ul Mulk dibêje: “ Li Îranê kî bibe desthilat nabe ku yek netewê yan jî yek olê û yek rengî esas bigire. Ji ber ku Îran pir reng e.” Ji dema Medan heta sala 1925’an Îrana îro bi vê ferasata Nîzam-ul Mulk hat. Lê ji 1925’an û vir ve weke kirasê dîn û yekdestî li ser civakê ferzkirin. Ji ber vê yekê jî ev sed sal in Îran aram nebûye, dest werdan hene û dê hebin jî. Ji ber rengê demografîk ji nasnameya xwe ya çandî, siyasî, cinsî û olî bê par in. Niha rejîma dagirker ya Îranê qîr û hawar dike ku hêzên ji derve mudaxaleyî wan neke. Lê gelo ev rejîma dagirker qet ji xwe dipirse: 23 milyon azerî, 7 milyon belûcî, 7 milyon ereb û her wiha 20 milyon kurd hene. Vê rejimê hemû gel, ol û etnîsîteyên din ji mafên wan ên bingehînbê par hiştine. A herî girîng jî nasnameya jinê ji neynûkê heta porê bi qeyd û bend kiriye. Kengê rabe, kengê rûne, ji kî hez bike, çawa hez bike tevan diyar dike. jixwe evîn qedexekiriye. Niha ev pêkhate qîr dike, hawar dike, tenê tiştekî dixwaze ew jî ev e: “Ka bihêle ez wekî xwe bijîm”.

Lê rejîma dagirker li gorî bîrdoziya xwe dibêje: “Na, yek kes dikare Îranê biguhere ew jî Mehdiyê zeman e.” Mehdî kî ye? Nebiyê Hz. Elî ye û di bûyera Kerbela de winda bûye. Dayika wî keça kralê Sasaniyan e, navê wê Şêrbanû ye, yanî faris e û di encamê de Mehdi jî faris e. Ew ê bê û hemû bêedaletiyên heyîn çareser bike. Baş e ev pergala ku Îran rewa dibîne erka wan çi ye? Ew jî bi navê wîlayeta faqîh li benda îmamê windayî ye. Heta ew bê ji bo ku were xweşkirin, nûnerê wê jî Elî Xamenî ye. Yanî pergala Îslama Îranê li gor pergala ezmanî bi navê xwedê yek kes be, wê demê ew çi bixwaze, çi bibêje dê pêk were, lê 42 sal in pêk nehatiye.

Rejîma dagirker a Îranê pergala meleyan a bi navê “Îmam Cûma”ava kiriye. Yanî hemû mizgeftên li Îranê ji pergala “Îmam Cûma” berpirsyar in. Di asta yekemîn de îmamek heye û ev kes nûneriya bîrdoziya pergalê dike. Ev tev jî ji mezhebê Şîa ne. Tişta herî balkêş jî li hemû bajaran desthilat ne walî, ne jî şerewanî ye. Hemû biryarên siyasî, civakî û bîrdozî ev mela didin. Her wiha dozger in û dadgeh bi giranî di bin destê wan de ye. Ev û spay-pasdaran bi hev re kar dikin, lê di fermiyetê de bi tu belge û rêziknameyan ev rewş nehatiye diyarkirin. Bi hêsanî li ser hesabê xwedê fetwayê derdixinîn, bangawaziyê dikin, dikarin kesan jî bi yek gotinê bibin bin bendê sêdarê. Tu kesek jî nikare biryara wan bipirse yan jî bertek nîşan bide. Ji ber ku bi navê xwedê diaxivin. Mirovan birçî û bêkar dihêlin û paşê jî dibêjin ji ber ku xwedê ji te hez dike, te dicerîbine bê ka tu çiqasî dikarî nefsa xwe kontrol bikî. Her wiha kesan ji ber fikr û ramanên wan digire û diavêje zindan ê. Paşê ji malbatan re dibêje: ”Ji ber ku zirarê dide xwe me ew avêt zindanê, wekî