4ê Nîsanê: Rojbûna gelê serhildêr
Di çarçoveya Rojên Amarayê de gelek çalakiyên curbecur hatibû plankirin. Yek ji van çalakiyan jî turnuwaya futbolê bû. Em jî wek tîma hevalên ku sih sal di zindanê de mane tevlî turnuvayê bûn. Di dawiya dawî tîma ‘sih saliyan’ kupayê girtin û bûn şampiyon!

Di dîroka gelan de hinek roj hene ku ne tenê rojek e. Lê sembol û diroka tekoşîna wî gelî ye. Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî yek ji wan rojên bi vî rengî ye. 77 sal berê di dîroka kurd û Kurdistanê de meşeke cuda û serhildêr destpêkir. Amaraya biçûk a gundê Xelfetiyê her sal bi hezaran kurdên tekoşer û apoger dihewîne hev. Kurdên Serhıldêr Rojbûna 4ê Nîsanê ne tenê wek ji dayikbûneke biyolojîk, lê wek vejîn û rojbûna xwe ango wek rojbûna neteweya demokratîk dinirxîne û dibîne, kurdên şagirtên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diherikin Xelfetiyê. Lewra jî îsal jî wek her salên berê bi hezaran kurd ji çar aliyên welat berê xwe dan Amarayê da kû rojbûna Rêberê xwe û vejîna xwe pîroz bikin.
Bi salane desthilatdarê destûr nedida ku kurd biçin Amarayê û bi awayeke sembolîk be jî bi Rêberê xwe re bigihîjin hev. Çendî ku îsal cardin nedîyarbû ku ka gelo bigihîjin Amarayê, ya na cardin bi hezaran kes, jin û mêr, pîrejin, kalemêr û ciwan ber bi Amarayê ve birê ketin.
Di nava wê girseyê de gelek zindaniyên ku herî kêm sih sal di zindanê de mabûn û bi hesret û rûmeta gelê xwe û bi girêdana bi rêberê xwe di zindanên tarî de li ber xwe dabûn û têkoşiyabûn jî hebûn.
Piştî salên dirêj hesta me hevalên ku sih salan zêdetir di zindanê de mane mirov dikare bi hevokeke tenê bîne ziman: Em jixwe her tim bi gelê xwe yê tekoşer re bûn, lê em hinek bi derengî gihiştin hev!
Çendî ku em cara ewil çûn Amarayê jî her weka ku em her sal bi wê kurdên tekoşer re di heman rêyan de meşiyane his dikir. Salên ku bi hezaran leşkeran ve, bi tank û tomayan ve dora Amarayê dorpêç dikirin û erdên Xelfetiyê vedugûhirandin meydana serhildanên salên 90î em bi, gelê xwe re bûn. Ew hêz û girêdana wan a bi Rêbertiya xwe, hêza berxwedan û girêdana me ya bi gel û rêbertiya me xurttir dikir.
Dema em ber bi Amarayê ve bi rê ketin, cih û gira ku lehengên mezin Mahsum û Mıstefa şehîd ketibûn nişanê me dan. Pêre jî di nav dil û mejiya me hemûyan de, berxwedan, dilsozî û lehengiya wan a ku di nav çar diwarên zindanê de ji bo me hemû zindaniyan re bûbû meşale, carek dîtir candar bûn. Min xwest bêjim şehîdno! ka binêrin tova ku we bi xwina xwe av da çawa şên bûye û gelê we, ji sekn û serhildariya we gavek be jî paşde neavêtiye! Şehîd bi mîrateya xwe ve dijîn. Lewra jî piştî ku ew girseya ber bi gundê Rêbertiya xwe ve dimeşe hat dîtin kî dikare bêje; Şehîdên doza gel mirî ne!
Piştî salên tecrîd, mişextî û durbûna welat ew coş û peroşa Xelfetiyê, dîtina cih û deverên ku bi dehan tekoşer birindar bûn, şehid ketin ji bo me hemûyan wek tewafa pirozatiyê bû.
Carna ji me re dibêjin ewqas sal hûn çawa di zindanê de man? Bersiva me ya yekemin bi piranî wisa ye; em dibêjin Rêberê me jî ewqas sal e di zîndanê de ye. Heke Rêberê gelan di zindanê de be û her weka ku ne zindanê de be, ne di bin tecrita herî dijwar de be tekoşîn û pêşengtiya xwe bi awayeke mucîzewî bidomîne ma zindan ji bo apogeran çi ye! Zindan jî her wekî bajar û çiyayên Kurdîstanê qada berxwedan û tekoşinê ye. Lewra jî zindan bo girtiyên azadiyê tu car nabe ciyê lome û gazincan. Her weka ku hevalên me digotin; ev der ne girîxane ye lê girtixane ye! Ango qada tekoşîn û berxwedana laş û bîr û baweriyê.
Hê jî Rêbertî û bi hezaran hevalê me di zindanê de ne. Lê hest û daxwaza pîr û ciwanên ku li Xelfetî û Amarayê kom bûbûn yek bû. Rêbertiya Azad Yekitiya Netewî! Kurd bi awayeke aşikar nişan da ku ew di kesayetiya Rêberê xwe de xwebûna xwe dibîne. Pêşeroj û dahatuya xwe di kesayetiya Rêberê xwe de şên dike. Bi azadiya wê re ne bindestî dimîne û ne jî kes di zindanen de dimîne.
Tiştê ku li Amarayê diqewime ev e: li wê derê her sal bi awayeke sembolîk be jî gelê kurd ê tekoşer û bi rûmet bi Rêbertiya xwe re tê gel hev. Bi rastî tiştê ku min tevlibûna xwe ya yekemîn de di sekn û hesta jin û mêran de dît ev bû. Gelê kurd esareta Rêbertiya xwe tu car qebul nekiriye û qebûl neke. Çimkî yê ku li girava îmralıyê dîl tê girtin ne kesayetiyek e lê hemû netewa kurd e.
Lewranî li Amarayê herê zêde daxwaza zelalkirina statû û azadiya rêber Apo bi diruşman dihat ziman. Çimkî azadiya Rêbertî azadiya me hemû kurdan e. Zelalbûna statuya Rêbertî zelalbûna hebûn û statuya netewa kurd e.
Ango wate û naveroka Rojên Amarayê ji pirozbahiyê an jî festîvaleke wêdetir e. Li wir gelê kurd hesret û daxwaza pevgihîştina bi Rêberê xwe re dengê xwe bilind dike. Her wisa bîr û armanca hevpar ava dike. Divê neyê jibîrkirin tişta ku netewan pênase dike jî bîr û baweriya wan a kollektîf e.
Dixwazim hinekî qala tevlîbûna hevalên ku sih sal di zindanê de mane -raneketine- bikim.
Di çarçoveya Rojên Amarayê de gelek çalakiyên curbecur hatibû plankirin. Yek ji van çalakiyan jî turnuwaya futbolê bû. Em jî wek tîma hevalên ku sih sal di zindanê de mane tevlî turnuvayê bûn. Di dawiya dawî tîma ‘sih saliyan’ kupayê girtin û bûn şampiyon! Lê ne tenê temaşavan belkî tîmên raqîbê tîma sih saliyan jî piştgirî dan wan. Dema listikê de keliyek be jî diruşmên ‘Biji Berxwedana Zîndana’ kêm nebû. Gelê me bi piştgiriya xwe tekoşina sih salan a hevalan piroz dikirin. Ev ji bo me hemûyan serbilindî û moraleke mezin bû. Diyar bû hevalên ‘sih salî’ jî ji piştgirî û baweri û bendewarîya gelê xwe serbilind bûn û bi vîn û giyana ciwantiyê xwe didan listikê. Ew listika gogê belkî şadî û bextewariya pevgihiştina hev nîşan dida.
Ev gelê ku dused sal e hebûna wê hat înkarkirin û xwestin hemû remz û sembolên wê tune bikin, di rojbûna Rêberê xwe de her sal diçe cihê jiyadikbûna wî û di wêne û diruşman de bi awayeke serbilind sembolên hebûna xwe, wêneyên Rêberê xwe dihejîne. 77 sal berê li Amarayê vejîneke destpêkir. Di şexsê Rêberekî de neteweke dest bi meşa azadiyê kir. 1949 di dîroka gelê kurd de destpêkeke nuh e. Vejîn û zayîna netewa demokratîk e. Dema tariîtiya herî giran de weka çirûska ji agir hêviya hezaran salan pêket. Ev hêvî û bendewarîya Rêbereke remza azadiya netewa Kurd bû. Ehmedê Xanê bi wê daxwaz û hesretê Mem û Zinê nivîsand. Mixabin jiyana xwe de negihîşt mîrê miraza xwe. Kurd bi sed salan li benda Rêberê xwe man. Gelek kes li ser navê Rêbertiyê derketin pêş. Lê ne kapesiteya wan a rêbertiyê hebû, ne hesta wan a netewî hebû û ne jî birdozî û zanîneke wan a kêrhatî hebû. Hemû jî hatin jibîrkirin û çûn.
Tenê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dikaribû bi felsefe û paradîgmayê xwe, bi vîn û înyada xwe, bi hevaltî û stratejiya xwe vê valatiyê tije bike.
Lewra jî zayin û jiyana Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan bi laş û gewdbûna vîn û giyana kurdan e. Daxwaz û hêviya jiyaneke azad û serbixwe ye. Bi dawibûna hesreta hezar salan a rêberê netewî ye. Di Rojên Amarayê de tevlîbûn û coşa ciwanan jî mijareke awarte bû. Piştî salên qedexeyê ciwan bi girseyî tevlî meşa Amarayê bûn. Kalemêr, pirejin û ciwan di nav hev de bûn. Her kes di wê kêliyê de bûbû ciwan. Bi dilê ciwantiyê rojbûna rêberê xwe û rojbûna xwe ya netewî pîroz dikirin.
Coş û kelecana Amarayê gotina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan carek din piştrast dikir ku digot: “Me bi ciwantiyê dest pê kir û em ê bi ciwaniyê bi dawî bikin.”
Tiştê ku Amara nîşanê me da ev bû; Gelê kurd azadiya Rêberê xwe dixwaze. Di vê mijarê de bi biryar e. Niha pêvajoya Aştî û civaka Demokratîk dimeşe. Lê ji bo aştiyeke mayînde û bi rûmet azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bivê nevê ye. Çimkî çarenûsa Kurdan û Rêberê wan yek e. Diruşma ‘Bê Serok Jiyan nabe’ ku kolan û meydana Xelfetîyê pê dihejiya biryardariya gelê Kurd raber dikir.
Kurd jixwe di hiş û di nav dilê xwe de bi Rêbertiya xwe re ne. Lê êdi dixwazin bi awayê fîzikî jî bi Rêberê xwe re bin. Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li hemû kurdan û dostên wan re pîroz be. Rojbûn û vejîna Netewa Demokratîk li hemû mirovahiyê re pîroz be.


