5 rojnamegerên din binçav de bûn hatin berdan

Rojnamegerên ku li Nisêbînê di çalakiya ji bo piştgiriya Rojava de ji hêla polîsan ve hatibûn binçavkirin hatin berdan.

1 deqe xwendin
5 rojnamegerên din binçav de bûn hatin berdan

Li Nisêbînê 21ê çileyê piştî çalakiya ji bo piştevaniya Rojava, polîs êrişî girseyê kiribû û 6 rojnameger hatibûn binçavkirin. Ji rojnamegeran Bariş Demîrcan di heman rojê de hatibû berdan lê Hevseroka Komaleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Kesîra Onel, nûçegihana Ajansa Mezopotamya (MA) Heval Onkol, nûçegihana JinNewsê Pelşîn Çetînkaya û rojnameger Ferhat Akinci, Muhammed Alî Yilmaz ev du rojin bûn di binçavan de bûn.

Her 5 rojnameger piştî şevê din li Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê hate girtin îro birin Edliyeya Nisêbînê û derxistin pêşberî dozger.

Rojnameger Onel, Onkol, Çetînkaya, Akinci û Yilmaz piştî îfadeya dozgeriyê hatin berdan.