55 binçavkirî sewqî edliyeyê kirin

Di operasyona li dijî ESPê û saziyên sivîl de 95 kes hatibûn binçavkirin. 55 kesên ku kar û barê wan ên îfadeyê li miduriyeta polîsan xelas, sewqî Edliyeya Stenbolê hatin kirin.

1 deqe xwendin
55 binçavkirî sewqî edliyeyê kirin

Li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Meclisên Jinên Sosyalîst (SKM), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), DÎSK/LÎMÎTER-ÎŞ, Polen Ekolojî û BEKSAVê di 3yê sibatê de operasyoneke qirkirinê ya siyasî hatibû kirin. Di encama operasyona li 22 bajaran hate kirin de bi ser malên gelek kesan de hatibû girtin û Hevserokê Giştî yê ESPê Mûrat Çepnî û xebatkarên Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) jî di nav de 95 kes hatibûn binçavkirin. Piştî kar û barên îfadeyê yên 55 kesan ên li miduriyeta polîsan xelas, ew sewqî Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê hatin kirin. Tê payîn ku di saetên pêş de dê îfadeya wan bê wergirtin. Îfadeya kesên li miduriyeta polîsan di bin çavan de jî berdewam dike.