Mûstafa Karasû: Em dixwazin têkoşînê bi rêya siyaseta demokratîk bimeşînin

Endamê Konseya Rêveber a KCKê Mûstafa Karasû diyar kir ku piştî banga 27ê Sibata 2025an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Tirkiyeyê guhertinên girîng çêbûn û got: “Di asta heyî de em dixwazin têkoşînê bi rêya siyaseta demokratîk bimeşînin.”

1 deqe xwendin
Mûstafa Karasû: Em dixwazin têkoşînê bi rêya siyaseta demokratîk bimeşînin

Rêveberiya Tevgera PKKê têkildarî salvegera kongreya fesihkirinê ya PKKê û asta heyî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk 5ê Gulanê li Herêmên Parastinê yên Medyayê civîneke çapemeniyê lidar xist.

Endamê Konseya Rêveber a KCKê Mûstafa Karasû ku bi navê Rêveberiya Tevgerê daxuyanî bi tirkî xwend, piştî daxuyaniyê biryara fesihkirinê û geşedanên saleke ji Medya Haber TVyê re nirxand. 

Mûstafa Karasû di destpêka axaftina da zanîn ku PKK li ser bingeha Koma Apoyî ku ev 50 sal e têdikoşe hatiye avakirin û ev tişt anî ziman: “Şert û mercên têkoşînê guherîn, li Rojhilata Navîn guherîn pêk hatin, li aliyê din di nava me de jî guhertina paradîgmayê çêbû. Ji nêzîkatiyên reel sosyalîst ên klasîk me xwe gihand feraseteke sosyalist a demokratîk a nû. Lewma piştî 50 salan fesihkirina xwe ya partiyekê tiştekî tê fêhmkirin e. 50 salan têkoşiya, nirxên gelekî mezin afirand, li gorî mercên 50 sal beriya niha rêxistin ava kir, têkoşiya, encam wergirt. Rastiyeke bi vî rengî ya partiyê heye. Ne ji ber wê hat fesihkirin ku bê gotin, PKKê di nava 50 salî de tiştek nekir, encam wernegirt, bi ser neket, lewma hat fesixkirin. Di nava 50 salî de serketinên gelekî mezin bi dest xist, lê belê di nava 50 salî de guherînên mezin pêk hatin. Têkoşîn gihîşt wê noqteyê ku xwe biguherîne, xwe nû bike.”

‘Xwefesihkirin destpêkeke nû ye’

Mûstafa Karasû di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser xwefesihkirina PKKê û wiha got: “Fesihkirina PKKê nayê wateya bidawîkirina têkoşînekê. Tê wê wateyê ku têkoşîn destpêkeke nû dide destpêkirin, lê ne bi mejî û feraseta rêxistinbûnê ya beriya 50 salî. Ne bi armancên bi temamî yên 50 sal beriya niha. Beriya 50 salan feraseta me ya netewe dewletê hebû, me ew terikand. Beriya 50 salan me têkoşîna çekdarî meşand, me bi têkoşîna çekdarî encamên gelekî girîng bi dest xist, pêşketinên gelekî mezin afirand. Rêbertî bi fikrê ku bi rê û rêbazên berê têkoşîn nikare bê pêşvebirin, ji bo têkoşîneke hîn baştir, ji bo têkoşîneke hîn bi bandor partî fesih kir û perspektîfeke nû ya têkoşînê danî pêşiya me. Stratejiya siyaseta demokratîk danî pêşiya me. Ji ber vê yekê divê fesihkirina PKKê weke guhertina di rê û rêbazên têkoşînê de bê fêhmkirin. Nayê wateya terikandina têkoşînê. Lê em dixwazin bi siyaseta demokratîk, bi têkoşîna demokratîk armancên xwe pêk bînin. Li aliyê din têkoşîna 50 salî encamên gelekî girîng bi dest xist, pêşketinên girîng bi xwe re anî. Lewma divê mirov fesihkirina PKKê weke destpêkeke nû binirxînin.”

‘PKK nirxên mezin afirand’

Mûstafa Karasû di axaftina xwe de pêvajoya 2004an a ku PKK jiya bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bêguman di vir de bandora paradîgmaya nû jî heye. Rêbertî bi taybetî di sala 2004an de Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadîparêziya Jinan xist rojevê. Wê demê jî xwest hin guhertinan bike. Eger bê bîra we, wê demê Kongra Gel pêk hat. PKK wê demê jî hat fesihkirin, li şûna qala Komîteya Zanistî û Hunerê hat kirin ku têkoşîna îdeolojîk bimeşîne, hêza fikrî bi pêş ve bibe. Ji ber vê fesihkirina PKKê nû neketiye rojevê, berê jî di sala 2004an de jî hat destnîşankirin ku li gorî mercên têkoşînê fesihkirina PKKê pêwîstî ye, pêwîstiya bi rê û rêbaz û feraseta nû ya têkoşînê hat destnîşankirin. Niha di qonaxa heyî de em dixwazin bi rêya siyaseta demokratîk têkoşînê bimeşînin. Eger dewlet di vê mijarê de vekirî be em dixwazin bi rêyên siyasî demokratîk armanc û daxwazan pêk bînin. Lewma guhertineke bi vî rengî bû. Di mijara fesihkirina PKKê de dikarim van bibêjim. Rewşeke ku bê gotin, PKKê zehmetî kişand, PKK bi ser neket, PKKê di nava dîrokê de ti wate neafirand, ti nirx ne afirand, ji ber vê yekê hat fesihkirin nîn e. Berevajî vê yekê, gelek nirxên mezin afirand, ji bo nirxên ku 50 salan afirandiye bi wate bike, ji bo wan nirxan bi rengekî rasteqîn bigihîne armanca xwe pêwîstî bi fesihkirinê hebû. Yanî fesihkirina PKKê ji aliyekî ve hurmeta ji bo PKKê bi xwe bû. PKK ji bo biwatekirina nirxên ku di nava dîrokê de afirandiye hat fesihkirin. Eger bi vî rengî bê fêhmkirin wê rast bê fêhmkirin.”

‘Piştî 27ê Sibatê li Tirkiyeyê guherîn çêbûn’

Mûstafa Karasû der barê demokratîkbûna Tirkiyeyê de ev tişt anî ziman: “Bêguman piştî banga 27ê Sibata 2025an a Rêbertî li Tirkiyeyê guherîneke mezin derket holê. Atmosfera siyasî ya li Tirkiyeyê guherî. Bifikirin; berê desthilatdariya AKPê, dewlet dema ku CHPê, dema ku muxalefetê tiştek digot, yekser bi cihêkariyê, bi terorîzmê sûcdar dikir. Beriya her tiştî argumana ku dewletê, desthilatdariya AKPê li hemberî muxalefetê, li dijî hêzên demokrasiyê bi kar anî ji holê rabû. Ji ber ku berê CHP yan jî hêzên muxalîf ti têkiliya xwe bi tevgera me re tine bû, ji hin aliyan ve helwesta xwe ya neyînî hebû lê belê li gel vê yekê jî ji bo muxalefetê tengav bike timî jê re digot xizmetê ji terorîzmê re dike, xizmetê ji PKKê re dike, xizmetê ji DEM Partiyê re dike. Bi vî rengî bi cihêkariyê dihatin sûcdarkirin û bi ser wan de diçûn. Ev ji holê rabû. Di vê mijarê de mînakek heye. Piştî sala 2007an me agirbest ragihand, ku heta sala 2015an vê agirbestê dewam kir. Dikarim vê bibêjim, dem û salên herî demokratîk ên li Tirkiyeyê ew sal bûn. Di wêjeyê, hunerê, fikir, vegotinê de demeke welê bû ku atmosfereke azad hat afirandin. Bûyerên Gezî qewimîn. Bûyerên Gezî di nava wê atmosferê de rû da ku me şer rawestand, atmosfera siyasî nerm kir, nêzîkatiya têkoşîna demokratîk nîşan da. Eger bê lêkolîn; di wê demê de kîjan dokûmanter hatin çêkirin, kîjan fîlm hatin amadekirin, kîjan lêkolîn hat kirin, kîjan pirtûk hatin weşandin. Wê bê dîtin ku wê demê nermbûnek hebû, atmosfereke demokratîk hebû û hêzên demokrasî û azadiyê jê sûd wergirtin.

‘Fesihkirina PKKê bêhn anî ber muxalefeta Tirkiyeyê’

Niha jî belê desthilatdarî hîn jî bi ser muxalefetê ve diçe, lê belê dîsa jî gotinên desthilatdariyê weke berê hişk nîn e. Bi gotina Em di nava şer de ye, pirsgirêka me ya mayindebûnê heye rêbazên gelekî hişk nikare biceribîne. Ji ber ku zemîna wê nîn e. Ya rast fesihkirina PKKê pêşî li desthilatdariyê girt ku bi hincetnîşandana PKKê bi ser hêzên muxalefetê û gelê kurd ve diçû. Belê ne tenê bi vê armancê hat fesihkirin, têkoşîna çekdarî ne tenê bi vê armancê hat bidawîkirin lê belê weke encam fesihkirina PKKê, bidawîkirina têkoşîna çekdarî ji bo hêzên demokrasiyê atmosfereke erênî afirandiye. Lê belê, gelo hêzên demokrasiyê vê pêvajoyê bi têrkerî dikarin bi kar bînin? Di vê mijarê de kêmasî hene. Ev pêvajo di heman demê de ew pêvajo ye ku hêzên demokrasiyê dikarin azadiya fikir û rêxistinbûnê xurtir bikin. Divê ev yek bê nirxandin. Atmosfera ku me bi fesihkirina PKKê, bi rawestandina şer afirand, bêhn anî ber hêzên demokrasiyê û gelên Tirkiyeyê. Bêguman em êrişên li ser muxalefetê dibînin. Bi taybetî em zanin ku bi ser hin derdorên cuda ve diçe ku difikirin nêzî têkoşîna azadiyê ya gelê kurd e. Mirov dikare bibêje ku ev yek li gorî berê kêm bûye. Bêguman aciziya hêzên demokrasiyê ya li hemberî desthilatdariya AKPê heye. Em vê dibînin. Lê belê bi rengekî baş xwedî li pêvajoya aştî û civaka demokratîk bê derketin ku me dan destpêkirin, hemû hêzên demokrasiyê xwedî lê derkevin, gelê me xwedî lê derkeve, gelên Tirkiyeyê xwedî lê derkevin wê di nava demê de êrişên desthilatdariyê yên li ser muxalefetê wê bê şikandin. Em di wê baweriyê de ne ku paralelî rêveçûna vê pêvajoyê wê qada demokratîkbûn û azadiyê bêhtir bibin. Baweriya me ev e. Eger xwedî li pêvajoya aştî û civaka demokratîk bê derketin ez di wê baweriyê de me ku pêşketinên erênî wê zêdetir bibe.”