600 malbatên Efrînî vegeriyan warê xwe
600 malbatên koçber ên ji Efrînê yên 9 salan li bajarê Kobanê bûn gihîştin Efrînê.

Danê sibê karwana ku ji 600 malbatên koçberên Efrînê pêk dihat, ji Kobanê berê xwe dan Efrînê. 600 malbatên ji Kobanê ketin rê, 9 salin li Kobanê dijîn.
Berî birêketina komê, rêveberê herêma Kobanê Îbrahîm Mislim û hevseroka Rêveberiya Xweser a Kobanê Mizgîn Xelîl daxuyanî da. Şandeyeke hikûmeta demkî ya Sûriyeyê, cîgirê fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a parêzgeha Hesekê Siyamend Efrîn, hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û şandeyeke rêveberiya Kobanê amade bûn.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di rojên dawîn de amadekariyên vegera komê li gorî Peymana 29ê Çileyê pêk hatin. Her wiha hate gotin ku tê payîn hemû koçber berî cejna Qurbanê vegerin malên xwe.
Rêveberiya Kobanê jî spasiya kesên ku tev li xebatên vegera koçberan bo malên wan bûye kir û diyar kir ku “zimanê hezkirin, aştî û biratiyê dirûşma Sûriyeya nû ye.”


