7 endamên Haşdî Şabî hatine kuştin, 13 jî birîndar bûn
Wezareta Parastinê ya Iraqê ragihand ku di êrişa li Enbarê ya li ser hêzên Haşdî Şabî de, 7 çekdarên Haşdî Şabî hatine kuştin, 13 jî birîndar bûne.

Îro li navçeya Henbaniye ya ser bi parêzgeha Enbar ya Iraqê, balafirên şer baregeha Haşdî Şabî bombebarankirin.
Wezareta Parastinê ya Iraqê derbarê êrişê de daxuyaniyek nivîskî belav kir.Li gorî daxuyaniyê di encama êrişê de 7 çekdarên Haşdî Şabî hatine kuştin û 13 jî birîndar bûne.
Wezaretê êrişê weke binpêkirina serweriya welat binav kir û hate gotin; ‘‘Ev êriş sûc e û nûnertiya pêşketinek metirsîdar dike û pêdivî bi bersivek tund û lêpirsîna berpirsyaran heye. Hedefgirtina saziyan sûc e, ji ber ku saziyên tên hedefgirtin, hemû jî girêdayî rizgarkirina jiyan û dabînkirina çavdêriya ji bo hêzên ewlekariyê ye. Ev êrişa tirsonek nabe sedem ku xebatkarên me erkên xwe rawestînin, berovajî vê vîn a wan ya ji bo xizmeta gel û welat xurtir dike. Li gorî qanûnê bersiva destdirêjiyan, mafê Wezareta Parastinê ye.’’


