Li Hindistanê ji ber bagerê 89 kes mirin

Li Hindistanê ji ber bager û barana dijwar 89 kes mirin û 53 kes birîndar bûn.

1 deqe xwendin
Li Hindistanê ji ber bagerê 89 kes mirin

Ofîsa rêveberiya karesat û alîkariyê ya eyaleta Uttar Pradesh a bakurê Hindistanê di daxuyaniya îro de ragihand ku ji ber rewşa hewayî ya dijwar a duh (çarşem) 89 kes mirine, 53 kes birîndar bûne, her wiha zirar li 87 malan bû û 114 sewal telef bûn.

Li gorî ofîsê, hin mirin ji ber hilweşîna dîwarên malan û ketina daran di dema bagerê de çêbûne.

Serokwezîrê Uttar Pradesh ferman da rayedarên herêmî ku di nav 24 saetan de alîkariyên diravî bide mexdûrên karesatê.